Di kongreya PES'ê de tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin
HDP ya ku tevlî kongreya Partiya Sosyalîst a Ewroprayê (PES) bûyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî rojevê.
HDP ya ku tevlî kongreya Partiya Sosyalîst a Ewroprayê (PES) bûyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî rojevê.
Şandeyeke ku ji Alîkarê Hevserokê HDP'ê Hişyar Ozsoy û Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe û Nûnerê Brûkselê yê HDP'ê Eyyûp Doru pêk hatî ji bo tevlî kongreya PES'ê ya li Lîzbonê bibin çûne Portekîzê.
HDP'ê têkilî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ''Şandeya me bi çarçoweya kongreyê bi derdorên cuda re rûniştiye. Parlamentera me Bedîa Ozgokçe tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, li ser greva birçîbûnê ya parlamentera me ya Colemêrgê, ku ev mehek di ser re derbas bûye û rewşa Selahattîn Demîrtaş aniye rojevê.''
TÊKILÎ TECRÎDÊ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ AGAHÎ DA
Alîkarê Hevserokê HDP'ê Ozsoy jî di kongreyê de geşedanên siyasî yên li Tirkiyê anî rojevê. Ozsoy li ser Demîrtaş ku DMME'yê biryara berdanê li ser dabû û li ser siyasetmedarên din ên girtî got, cezayên wan bi zextên siyasî dane wan. Ozsoy got bi tecrîd, grevên birçîbûnê dikevin pêvajoya hilbijartinê û zexta li ser HDP'ê her ku diçe zêdetir dibe.
SEROKWEZÎR Û WEZÎR JÎ TEVLÊ DIBIN
Serokên partiyên demokratên sosyal ên Ewropî, serokwezîr û wezîrên Yekîtiya Ewropayê jî tevlî kongreya PES'ê dibin. Kongre îro bi daxuyaniyên Nûnere payebilind a Polîtîkayên Karê Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrpayê û Serokwezîrê Portekîzê Antonîo Costayê wê bi dawî bibe.