Di Hefteya Windayan de Dayika Şemiyê hate destgîrkirin

Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz di Hefteya Windayan de bi lêdanê hate destgîrkirin.

Bi wesîleya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina li Nezaretxaneyê, Dayikên Şemiyê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyek da.

Di çalakiyê de ku polîsan dor li çalakgeran girtin, dayika Mûrat Yildiz ê li nezaretxaneyê hate windakirin Hanîfe Yildiz nerazîbûn nîşanî qedexeya kêfî ya li ser qada Galatasarayê da. Yildiz bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Waliyê Stenbolê kir û got, "Rojekê wê ev qedexe li te jî bê ferzkirin. Bila walî efendî jî tavilê cihê me veke."

Hanîfe Yildiz piştî daxuyaniyê bi lêdanê hate destgîrkirin.