Di doza rojnamevanên Kurd de rûnîştina 8’emîn

Di doza rojnamevanên Kurd de rûnîştina 8’emîn

8'emîn rûniştina doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK"ê ku 20 jê girtî 46 rojnamevan tên darizandin li li 15'emîn Dadgeha Stenbolê ya Cezayê Giran pêktê destpê kir.

Nûçegihanê DÎHA Sadik Topaloglu yê di 8'emîn rûniştina doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK"ê de parastina xwe kir diyar kir ku normal e feraseta wan a rojnamevantiyê desthilatdariyê aciz bike û got, "Ji bo nîzama wan xera nebe rojnamevanên ku duh bi bombeyan qetil dikirin, îro dixin girtîgehan da ku bêdeng bikin."

8'emîn rûniştina doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK"ê ku 20 jê girtî 46 rojnamevan tên darizandin li li 15'emîn Dadgeha Stenbolê ya Cezayê Giran pêk hat. Di dozê de yek ji rojnamevanên girtî Dîlek Demîrel ku tevlî nebû ji yên ji derve tên dadgehkirin 5 rojnamevan amade bûn. Doz bi parastina Nûçegihanê DÎHA Sadik Topaloglu yê ji derve de tê darizandin dest pê kir.

Topaloglu di parastina xwe de da xuyakirin ku feraseta wan a rojnamevantiyê li ser esasê têkoşîna demokrasiyê ye û ev xusûs anîn ziman, "Bêyî mirov di bin tehekkûma desthilatdariyê de be bi temamî bi awayekî azad rojnamevantî ye. Normal e feraseta me ya rojnamevantiyê desthilatdariyê aciz bike. "Ji bo nîzama wan xera nebe rojnamevanên ku duh bi bombeyan qetil dikirin, îro dixin girtîgehan da ku bêdeng bikin. Hewl didin xebatên me îllegalîze bikin. Îdîanameya der barê me de amade kirine jî vê nîşan dide."

Topaloglu, bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3'ê Kanûna 1994'an de jî ku bi bîr xist û wiha got, "Ez destpêkê dixwazim vê bêjim. Ez zextên li hember parazvanên heqîqetê rexne dikim. Piştî bombekirinê bi 15 rojan belgeya veşartî ya tê de hatibû nivîsandin 'Vê rojnamayê berteref bikin her tişt aşkera nîşan dida. Mijara herî girîng jî ev e ku failên bombekirinê ne hêzên ewlekariyê yên dewletê rojnamevanên ku hatin bombekirin derxistin holê. Di belgeyê de îmzeya Serokwezîra demê Tansu Çîller hebû."

Doz bi parastina Topaloglu dewam dike.