'Di dewletê de navê jinê bi tenê li tiwaletê heye!'

'Di dewletê de navê jinê bi tenê li tiwaletê heye!'

Hevseroka HDP'ê Tûncel di axaftina vekirinê ya li panel/forûma Meclîsa Jinê ya HDK'ê de got, "AKP ji her qada jiyanê gotina jinê derdixîne. Li Meclîs bi tenê li tiwaletê 'jin û mêr' tê nivîsandin. Jin ne weke takekesek, ne weke nasnameyeke serbixwe, mîna ferseke ji malbatê tê dîtin û tê xwestin were terbiyekirin."

Panela "Zayendîperestî, tundî, şer û şoreşa Rojava" ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ve tê organîzekirin, destpê kir.

Li salonê pankartên bi nivîsa "Em aştî û jiyanê diparêzin. Ji bo rawestandina mirinan, çareseriya demokratîk", "Bijî Yekitiya Jinan", "Destê xwe ji jiyan, beden û keda jinê vekişînin", "Tundiya li jinên trans tên kirin rawestînin", "Bijî şoreşa jinê ya li Rojava" hatin daliqandin.

Dûriye Sezgîn vekirina panelê kir û jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Sezgîn bal kişand ser tundiya mêr û dewletê û jinên girtî bibîr xist.

Sezgîn got, "Di şer de em dîl hatin girtin, rastî destavêtinê hatin. Me hêz ji hev girtin û daketin kolanan, qadan. Em li dijî nêzîkatiyên dewletê, polîtîkayên zayendîperestiyê derketin."

Sezgîn şorşa Rojava bibîr xistin û got, "Şoreşa Rojava destketiya jinan e."

Dûre Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel axivî. Tûncel diyar kir ku jin ne bi tenê di rojên taybet ên mîna 25'ê Mijdarê, her tim li kolanan e û got, "Ji ber ku jin li Rojava jiyaneke nû ava dikin, şoreşa Rojava şoreşa jinê ye."

Tûncel ragihand ku tundiya li dijî jinê tundiyeke îdeolojîk a her roj xwe nû dike ye û got, "Ji ber ku ev mekanîzma bi xwe, newekheviyê diafirîne. Ne wekhevî û tehakum, hiyareşiyê tîne rojevê. Weke jin divê li dijî van êrîşên îdeolojîk em jî têkoşîna îdeolojîk bimeşînin."

Tûncel bibîr xist ku di encama têkoşîna jinan de Komîsyona Wekheviya Firsendê ya Jin-Mêr ava bûye û got, "Niha dixwazin vê rakin."

Tûncel bi vî rengî axivî: "AKP ji dema destpêka desthilatdariya xwe û vir ve her tiştên bi navê jinê ji holê rakir. Ji her qada jiyanê gotina jinê derdixîne, li Meclîsê bi tenê li ser tiwaletê jin û mêr nivîsandin. O ewqas. Jin ne weke takekesek, ne weke nasnameyeke serbixwe, mîna ferseke ji malbatê tê dîtin û tê xwestin were terbiyekirin. Bi terbiyekirina jinê re dixwazin civakê terbiye bikin."

Tûncel pakêta îstihdama jinê bibîr xist û got, "Ev hemû ne bi nêrîna wekheviyê, bi nêrîka 'ez çawa dikarim jinan kontrol bikim' tên kirin. Li aliyekî keda jinê pêşkêşî bazarê dike, li aliyê din jinê li malê digire."

Tûncel anî ziman ku divê dengê jinan ên li kolanan hîn bêtir bilind bibe û got, "Tundiya li dijî jinê mijareke siyasî ye. Divê em bi vî rengî nêzî mijarê bibin, pêwîste em rizgariya jinê, têkoşîna azadiyê ji her demê bêtir xurt bikin."

Piştî Tûncel rûniştina destpêkê ya panelê destpê kir.

Di rûniştina "tundiya li dijî jinê, zayendîperestî û muxafazakarî" de Ayşe Duzkan, Esmeray, parêzer Hulya Gulbahar û Sevda Bayramoglû weke axaftvan cih digirin.