Dengbêj Xalîde hate destgîrkirin
Dengbêj Xalîde ku polîsan avêtin ser mala wê bi lêdanê hate destgîrkirin.
Dengbêj Xalîde ku polîsan avêtin ser mala wê bi lêdanê hate destgîrkirin.
Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser mala Dengbêj Xalîde ya li Okmeydani ya Stenbolê û ew destgîr kirin.
Di serdegirtinê de deriyê mala dengbêj Xalîde hate şikandin û bi lêdanê hate destgîrkirin.
Polîsan her du tembûra dengbêj Xalîde şikandin û dest danîn ser lênûsta stranan û pirtûkên wê.
Li Stenbolê her wiha avêtin ser gelek malan.