Dema hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate diyarkirin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dê di meha Gulanê de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Duh Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê bi nivîsekê fermî biryar da ku di 30’ê Gulana îsal hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin, ji bo vê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê biryarnameya çarem ji bo diyarkirina roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê belav kir. Ji beriya niha jî Serokatiya Herêma Kurdistanê 3 biryarname belavkiribû, lê hilbijartin nehatibû kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heta niha sê biryarnameyên serokatiyê ji bo pêkanîna hilbijartinê belavkiriye, lê yek jî nehatiye pêkanîn û hilbijartin nehatiye lidarxistin. Biryara yekem di 24’ê Sibata sala 2022’an bû ku 1’ê Cotmeha sala 2022’an ji bo lidarxistina hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyarkiribû. Ango 7 meh ji beriya temambûna temenê dema pêncem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê dema lidarxistina hilbijartina dema şeşem diyarkiribû, lê hilbijartin nehate kirin.

Biryara duyem jî di 26’ê Adara sala 2023’an de bû ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 18’ê Mijdarê ji bo hilbijartinê diyar kir û 8 meh wext ji bo lihevkirin li ser karkirina komîsyona hilbijartinê û yasaya hilbijartinê ya li nav Parlamentoyê, da aliyan. Ev dem derbaz bû, lê aliyan bi taybet PDK û YNK negihiştin lihevkirinekê.

Biryara sêyem di 3’ê Tebaxa sala 2023’an de ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate dayîn ku vê carê 25’ê Sibata sala 2024’an ji bo lidarxistina hilbijartinê hate diyarkirin.

Hêjayî gotinêye ku di 3’ê Çileyê de Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê bi awayek fermî Serokê Herêma Kurdistanê agahdar kir ku ew nikarin hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe (25.02.2024) de bikin.