Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê ji Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja Rojnamevanên Dixebitin li hemû rojnamevanên kedkar ên ku ji bo heqîqetê têdikoşin û di vê rêyê de bedelê didin pîroz be.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di halê hazir de li Tirkiyeyê Roja Rojnamevanên Dixebitin ji vê rojê derketiye û veguheriye roja rojnamevanên nahêlin xebatên xwe bikin, ên bêkar tên hiştin, tên binçavkirin û girtin. Bi domdarî hat gotin hebûna rojnamevanên li pey heqîqetê, hêviya azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye û wiha bi dawî bû: “10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin li tevahiya rojnamevanên tevî zextan jî xwedî li rûmeta rojnamevaniyê derdikevin pîroz be.”