Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê ziyaret kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana malbatên di Nobeta Edaletê de ne kirin. Di axaftinên li wir hatin kirin de peyama; “Emê heya bi azadiyê li berxwe bidin” hate dayin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana malbatên di Nobeta Edaletê de ne kirin. Di axaftinên li wir hatin kirin de peyama; “Emê heya bi azadiyê li berxwe bidin” hate dayin.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan ku li Baroya Îzmîrê dan destpêkirin, di roja 11’emîn de berdewam kir. Malbatan dovîzên wek “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Îro endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana malbatan kirin. Dayikên Aştiyê nêrgizan diyarî malbatan kirin.
Behiye Yalçin li ser navê Dayikên Aştiyê axivî û diyar kir ku ew li cem malbatên girtiyan in û got: “Zarokên we zarokên me ne. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em jî edaletê dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan. Divê edalet bicih were.”
“HETA EDALET BİCİH WERE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BİDOMÎNİN”
Sultan Yagmekan jî li ser navê malbatên girtiyan axivî û spasiya Dayikên Aştiyê kir. Yagmekan destnîşan kir ku ew ji ber zarokên xwe yên di girtîgehan de bi şev jî ranakevin û tiştek naxwin û got: “Zext li ser zarokên me hene. Her roj bi ser qawîşên girtiyan de digirin û eşyayên wan talan dikin. Tiştên wan desteser dikin û nadin wan. Çima vê zilmê li zarokên me dikin? Ew çi dikin bila bikin wê zarokên me dest ji daw û doza nasnameya xwe bernedin. Em û zarokên xwe em ê heya dawiyê li ber zilmê rabin. Heta edalet bicih were em ê têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”
Yagmekan herî dawî bang li dayikên girtiyan kir ku bên di Nobeta Edaletê de cih bigirin.