Dayikên Şemiyê ji bo malbata Orhan a hatî qetilkirin hatin cem hev
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîrê Orhan ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin cem hev.
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîrê Orhan ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin cem hev.
Bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 894’emîn li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî pirsîn ku di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn destgîrkirin û qetilkirin, hate pirsîn.
Di çalakiyê de ji ewil li ser navê malbatê kurê Mehmet Selîm Orhan ê bi navê Adnan Orhan axivî. Orhan, da zanîn ku bav, ap û pismamê wî piştî ku hatin destgîrkirin, 17 rojan li Dibistana Herêmê ya Liceyê hatin îşkencekirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê jî birin gundê Bagcilar ê Pasûrê û li wir gule lê reşandin û qetil kirin. Derman li wan reşandin û şewitandin. Piştî agahî ji herêmê hatî, malbat û şêniyên gund çûn cihê lê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên 6 kesan li wir dîtin ku nedihatin naskirin.”
Orhan anî ziman ku li herêmê gelek bûyerên kiryarnediyar çêbûne û wiha domand: “Piştî ku malbateke din ji bo heman herêmê serlêdan kirî, bi biryara dozgeriyê li wir gora komî hate vekirin. Hestiyên wan şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Me jî serlêdan kiribû. Di encamê de derket holê ku yek ji wan bavê min û yek jî apê min bû. Me xwest piştî ewqas zilmê hestiyên xwe wergirin. Lê tevahiya wan hestiyan xistin telîsekî û şandin dozgeriyê. Ji bo wergirtina hestiyan me serî li dozgeriya Pasûrê da. Hestî, di telîsekî de dirêjî me kirin. Hemû hestî li Goristana Bêkesan di gorekê de veşartin.”
Orhan got ku hemû serlêdanên wan bêencam man û wiha derbirî: “Hestiyên xizmên me hêj niha jî li goristana bêkesan in. Tevî ewqas dem jî derbas bû lê kesek nehat cezakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sal jî derbas bibin em ê aqûbeta xizmên xwe bipirsin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.” Piştre jî parêzera malbatê Reyhan Yalçindag axivî û da zanîn ku li gel ku cenaze hatine dîtin jî tu kes ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin û faîl bi zirxê necezakirinê hatine parastin.
DEWLETÊ QETIL KIR, DARAZÊ PARAST
Parêzera malbatê Reyhan Yalçîndag ku piştre axivî, bi bîr xist ku 3 endamên malbata Orhan 28 sal berê di nezaretê de hatin windakirin û got ku revandina wan ji aliyê rayedarên dewletê ve hat redkirin. Yalçîndag got, “Tevî ku cenazeyên wan hatin dîtin jî, wekî bi hezaran cînayetên din, kujer nehatin darizandin û hatin parastin. Ji wê demê û vir ve burokrasiya darazê bi qasî hêzên siyasî ji berdewamkirina binpêkirinên mafê jiyanê û berdewamkirina vê tarîtiyê berpirsyar e. Li erdnîgariya ku sûcdar bêceza tê parastin, ronîbûn çênabe. Ji ber ku cîhan digere, heta kujer neyên dîtin û li dadgehê neyên darizandin em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin."
DMME TIRKIYE MEHKÛM KIR
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hat xwendin. Tepe, da zanîn ku Tirkiye ji ber dosyaya Orhan’an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû mehkûmkirin lê belê di hiqûqa navxweyî de kiryar bêceza hatine hiştin. Di berdewamê de jî Tepe wiha qala serpêhatiya windakiriyan kir: “Di 24’ê gulana 1994’an de leşker hatin gund û Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî destgîr kirin. Rojek piştre jî Salih Orhan serî li hemû saziyên fermî da. Şahidan da zanîn ku li Qereqola Serîkê hatin destgîrkirin, ji wir birin Qereqola Jendirmeyan a Liceyê û herî dawî jî derbasî Dibistana Herêmê ya Liceyê. Lê tevî vê yekê jî Serdozgeriya Pasûrê lêpirsîna ku di 8’ê hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin, bi hinceta ku navên wan di nava kesên hatine destgîrkirin de dawî li lêpirsînê anî.”
Bi domdarî Tepe ev tişt anî ziman: “Piştî ku hemû hewldanên wan bêencam mayîn, malbata Orhan serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî di biryara xwe ya di 6’ê mijdara 2022’yan de Tirkiye ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir. Piştî israra malbat û ÎHD’ê, hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bagcilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Lê hêj niha jî hestiyên Cezayîr Orhan nehatine dîtin. ATK’ê di 16’ê tîrmeha 2004’an de hestiyên wan bi postayê ji dozgeriya Pasûrê re şand. Dema malbatê xwest hestiyên xizmên xwe defin bike jî dozgeriyê jê re got ku hestî winda bûne. Piştî israra malbat û ÎHD’ê jî hestiyên wan li gel hestiyên 6 kesên din li goristana bêkesan di heman gorî de hatine definkirin.”
Herî dawî jî Tepe got ku divê derheqê berpirsyarên ku navên wan di qeydên DMME’yê de derbas dibin de lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin û edalet pêk bê.