Dayikên Şemiyê: Em dev ji têkoşîna xwe bernadin
Dayikên Şemiyê diyar kirin şert çiqasî giran bin jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Dayikên Şemiyê diyar kirin şert çiqasî giran bin jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 895'an de çalakiya xwe ya ji bo dîtina aqûbeta windayan û darizandina faîlan li ser hesabên xwe yên medya sanal li dar xistin. Di daxuyaniyê de li ser "Hefteya Windayan" hat rawestandin û daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji hêla xwişka Hesen Ocak ku di 19'ê Gulana 1995'an de hat windakirin Maşîde Ocak, xwend. Ocak, diyar kir ku weke parçeyeke polîtîkayên zextê yên niha tên meşandin desthilat Dayikên Şemiyê ji ber têkoşîna wan a li dijî nehiqûqiyan "sûcdar" îlan kiriye.
Di berdewamê de Ocak, destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û ev tişt got: "Biryarên derbarê xizmên windayan de tên dayîn biryarên polîtîk in. Tenê ji aliyê dadgeran ve biryar nayên dayîn. Em dizanin ku heta li Tirkiyeyê guhertineke adil û wekhev pêk neyê wê ev rewş bidome. Ji bo ku ev rewş biguhere destpêkê yên piştî hatine destgîrkirin û hatine windakirin, divê destpêkê hemû binpêkirinên mafan bên qebûlkirin, bêcezahiştin bê bidawîkirin û berpirsyar li pêşberî dadgehê hesab bidin. Şert çi dibin bila bibin em ê ji bo vê têbikoşin. Em ê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedin."
Di dawiya axaftina xwe de Ocak, destnîşan kir ku wê dev ji daxwaza xwe ya edaletê û Qada Galatasarayê bernedin.