Dag: Ciwan wê li dijî êrîşên AKP û MHP’ê li ber xwe bidin

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrim Dag got, “Ciwan wê li dijî êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê li ber xwe bidin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag de wiha hat gotin, “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê nêzîkatiya xwe ya li dijî kesên têkoşîna demokrasiyê dikin, didome. Dîlgirtin û girtinên ku li dijî mûxalifan tenê kirin, bi taybet li ser ciwanan tê meşandin.”

‘DESTHILADARIYA KU BÊGAV MA DARAZÊ BI KAR TÎNE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya operasyona ku ji bêriya 4 rojan li dijî endamên me yên ciwanan pêk hat de, bi dehan hevalên me hatin dîlgirtin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Ji roja ku meclîsên me hat avakirin heta niha bi dehan hevalên me ji aliyê çeteyên di pêşengtiya hikûmetê de tevdigerin dîl hatin girtin û rastî tundî, gef û zextan hatin. Desthilatdariya ku nekarî pêşiya têkoşîna me bigire, niha jî daraza xistiye bin kontrola xwe û wê bi kar tîne.

Ciwanên ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de siyaseta demokratîk û rewa didomîne û têdikoşe, wê li dijî van êrîşan serî netewîne. Em ê bi pêşerojek azad û demokratîk têkoşîna xwe li dijî kesên ku ji bo me ji têkoşîna me dûrbixe ku jiyana qirêj, hovane û sixûrtiyê ferz dike, bidomînin. Em hêza xwe ji dîroka xwe, gel, cîvak û ji hemû tevgerên ciwanên rêxistinkirî digirin. Li hemberî êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê em ê berxwedana xwe bidomînin!

Divê endamên me yên Meclîsa Ciwanan yên ku hatin girtin divê demildest bên berdan û ev polîtîqayên qirêj ên li ser ciwanan tên meşandin bê rawestandin.”