‘Ji bo vekirina kanalên siyaseta demokratîk gelek gavên ku komîsyon bavêje hene’

Endama Komîsyona DEM Partiyê û berdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku komîsyon ne tenê ji bo mijara çekdanînê an jî vegera malê ye û got: “Ev komîsyon gavên ji bo demokratîkbûna tevahî ya Tirkiyeyê jî digire nav xwe.”

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ

Komîsyona meclîsê ya ku roja Sêşemê yekem civîna xwe li meclîsê li dar xist û navê wê kirin “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî”. Komîsyonê civîna xwe ya duyem jî roja Înê 8’ê Tebaxê wê li dar bixe. Komîsyona ku piştî biryara PKK’ê ya fesixkirinê û dawîanîna têkoşîna çekdarî wê qanûnên pêwîst derbixe. Di civîna xwe ya yekem de, ji bilî guhertina nav, 12 xalên usûl û esasên xebatê jî bi yekdengî hate qebûlkirin. Yek ji xalên qebûlkirî jî biryara girtina biryarên komîsyonê ku ji piraniya ji 5’an 3 bû.

Endama Komîsyona DEM Partiyê û berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş piştî civîna yekem bersiv da pirsên me.

QEBÛLKIRINA PIRANIYA JI 5’AN 3 GIRÎNG E

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di civîna yekem de di astekê de lihevhatinek derketiye holê û bi taybetî qebûlkirina piraniya ji 5’an 3 ji bo biryarên komîsyonê girîng e. Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku her ku xebatên komîsyonê bi pêş bikevin, wê bawerî çêbibe û wiha got: “Cara yekem e ku di Meclîsa Mezin a  Tirkiyeyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûn, hiqûq û mafên mirovan komîsyoneke bi tevlîbûneke ewqas berfireh û bi baldarî tê avakirin. Ev yek bi rastî meseleke girîng e. Berpirsyariya meclîsê di vî warî de, serokatiya meclîsê ya vê yekê girîng bû. Piraniya kesên hatine, xuya bû ku girîngiya komîsyonê fêm kirine. Li gorî xebatên asayî yên meclîsê, di civînan de axaftin bi aramî û bi awayekî gihîştî hatin kirin. Ev yek ji ber wê yekê  berpirsyariyê hîs dikirin. Me dît ku beşeke mezin bi vî awayî bû.

Ji vê komîsyonê tê hêvîkirin ku partî di xalên herî kêm de li hev bikin û di asta herî zêde de lihevhatin û hevkarî pêk bînin. Ji ber vê yekê rêziknameya qebûlkirî ne li gorî daxwaza ti partiyekê bû. Di encamê de pêşniyarên cuda û heta awayê xebatê, pêşniyar hatin kirin û rexne hatin kirin. Me jî gelek rexne kirin. Forma dawî di wateyekê de bû meseleke 'lihevhatî'. Ev ji bo roja yekem a komîsyonê girîng bû. Bi yekdengî qebûlkirina vê yekê mînak, piraniya ji 5’an 3 ji bo biryarên komîsyonê hate qebûlkirin. Me jî bi xwe piraniyeke zelal dixwest. Komîsyon wê di meselên bingehîn de bi awayekî hevpar biryarê bide û piraniya ji 5’an 3 qet ne kêm e. Mînak, ev weke piraniya guhertina destûrê ye. Û ya herî girîng, ev komîsyon nêzîkî ji sedî 90'ê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê temsîl dike û ev temsîliyet girîng û bi qîmet e.

Hin kes der barê vê yekê de gelek spekulasyon dikin, nîqaş dikin; em vê yekê dibînin. Em dizanin ku hin kes hene ku dixwazin xebatên vê komîsyonê asteng bikin, li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in, piştgiriyê nadin çareseriyê, şer û sepandinên dijdemokratîk bidomin. Naxwazin Kurd weke welatiyên wekhev bên qebûlkirin. Ev kes kêm in lê dengê wan zêde derdikeve. Lê ez bawer im ku her ku xebatên komîsyonê bi pêş bikevin, wê baweriya civakê çêbibe.”

‘EM DIZANIN ROLA ME DI VÊ MESELÊ DE ÇI YE’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ev pêvajo ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike û her çendî komîsyon nikaribe yekcar hemû pirsgirêkan rake jî, wê di vê yekê de roleke pêşeng bilîze. Meral Daniş Beştaş anî ziman ku weke partiyeke ku bi dehan salan demokratîkbûn û aştiyê diparêze, ew rola xwe di vê meselê de jî dizanin û wiha axivî: “Em nafikirin ku ev komîsyon wê pirsa Kurdî bi temamî çareser bike an jî wê di carekê de hemû pirsgirêk bi dawî bibin, em barekî wisa jî li vê komîsyonê bar nakin. Lê em vê yekê diparêzin ku komîsyon divê di çareseriya pirsa Kurdî de, di avakirina civakeke demokratîk de rola pêşeng, damezrîner û avaker bilîze; divê neheqî û bêedaletiyên dîrokî yên di vê mijarê de bibîne, herî kêm van mijaran nîqaş bike û bi awayekî ne bi temamî jî be, zemînekê ji bo rûbirûbûna bi wan kevneşopiyan re veke. Em ê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomînin. Ev komîsyon ne tenê ji bo mesela çekdanînê an vegera malê ye. Di warê demokratîkbûna tevahî ya Tirkiyeyê de, di avakirina hiqûqa wekheviyê de û ji bo vekirina kanalên siyaseta demokratîk gelek gavên wê hene ku bavêje.”

Ev komîsyon wê heta dawiya meha Kanûnê bixebite. Paşê dibe ku du mehan bê dirêjkirin. Hûn dizanin, di destpêkê de digotin komîsyon wê du mehan bixebite. Em hemû dizanin ku ev têrê nake. Di encamê de hevdîtin, serdan, kesên ku divê bên guhdarîkirin, pêşnûmeyên ku wê bên amadekirin û li meclîsê bên pêşkêşkirin, gelek mesele hene. Bêguman muxatabê vê meselê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Şertên wî yên fizîkî jî di nav de ne. Bi xwe em hemû encamên bangên wî dijîn. Ji merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê bigire heta kongreya fesixkirina PKK’ê, em di qonaxeke dîrokî de ne û mîmarê vê yekê yê bingehîn jî Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê bêguman di rojên pêş de ‘mafê hêviyê’ jî wê bikeve rojevê.

Bi giştî, divê komîsyon di civakîkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bibe alîkar. Divê di guhertina algiyên neyînî yên heyî, bi taybetî yên hatine çêkirin, de rol bilîze. Der barê vê yekê de em wekheviya hemû welatiyên ku li Tirkiyeyê dijîn, azadî û jiyana bi hev re diparêzin. Gelê Kurd bêguman ji van polîtîkayên dijdemokratîk herî zêde zirar dît û bedelên mezin da, lê ev mesele ne tenê Kurdan eleqedar dike, ev xelet tê şîrovekirin. Ev pêvajo wê bandorê li jiyana 86 mîlyon welatiyên Tirkiyeyê bike. Em bi vê ciddiyetê, bi vê samîmiyetê û bi biryardarî nêzî meselê dibin. Em rola xwe di vê meselê de jî dizanin. Ji ber ku em partiyeke ku bi dehan salan demokratîkbûna siyasî diparêze, ji bo vê yekê pêşniyar dike, pêşniyarên qanûnan tîne, di warê siyasî de nîqaşên vê yekê dimeşîne. Di heman demê de partiya ku herî zêde bedel daye ye. Em bi biryardarî ne ku ji bo serketina vê pêvajoyê em ê tiştên li ser me ne bikin.”