Ciwanên Elewî yên Ereb: Em li cem berxwedana Kobanê ne

Ciwanên Elewî yên Ereb: Em li cem berxwedana Kobanê ne

Berxwedana li dijî barbariya DAIŞ'ê, ne tenê ji Kurdên li her devera cîhanê, ji gelên din jî destekê digire. Çawa ku şoreşa Rojava tovên jiyana nû ya gelên Rojhilata Navîn çand, berxwedana Kobanê jî di dilê tevahiya gelên bindest ên cîhanê de cihekî nayê jibîrkirin girt.

Ciwanên Elewî yên Ereb ên ji Antakyayê ku li ser sînor in, çawa li şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê dinêrin?

Ciwanên Elewî yên Ereb Gamze Gokaslan û Nîdal Kar ên ji Antakyayê bersiv dan pirsên ANF'ê. Gokaslan û Kar ku di heman demê de xwendekarên zanîngehê ne, rewşa li Rojava û Kobanê diqewime ji nêz ve dişopînin.

'DESTÛRA BINGEHÎN A ROJAVA JI BO ME BÛ MODEL'

Gamze Gokaslan da xuyakirin ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan bû ronahiya hêviyê, xala "Rêveberiya hevkar a Kurd, Suryanî, Ermenî, Çeçen, Misilman, Xiristiyan û Êzidiyan" a di peymana civakî ya Rojava de cih digire bibîr xist û got, "Ji bo me ew mirovên bi sedan salane di bin Îslama siyasî de tên qetilkirin, ev xal gelekî bi qîmet û giranbuha ye." Gokaslan diyar kir ku ji Kerbela û heta niha di şerê wan ê hebûnê de Destûra Bingehîn a Rojava ji bo wan bû8ye modelek û der heqê peymanê de ev nirxandin kir: "Eger ez bi çavê jinekê lê binêrim: Bi awayekî berfireh cihdayîna li mafên me, neçariya sîstema hevserokatiyê, qedexeya pedofîliyê û parastina mafê dayikê, mafên herî bingehîn e ku ez dixwazim. Û eger ez weke Erebekê lê binêrim: Parastina mafê min ê perwerdeya bi zimanê dayikê ku bi dehan salan qedexe bûyî, cihgirtina Erebî di nava zimanên fermî de, bêguman tevgereke ku divê mînak bê girtine. Di nava sîstemeke bi vî rengî de ez gelekî dixwazim bi mirovên ji nîjad, mezheb û zayenda din bi awayekî wekhev bijîm."

'BELÊ, DIXWAZIM DI NAVA SÎSTEMEKE BI VÎ RENGÎ DE BIJÎM'

Nîdal Kar jî da xuyakirin ku ew şoreşa Rojava weke şewqa têkoşîna ronakbîrî, azadî û wekheviyê a mirovahiyê ya li Rojhilata Navîn dibîne. Kar bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn dewam dike û got, "Di nava şerekî ewçend dijwar de pêkanîna wekheviya zayendan, wekheviya navbera ol û çandan de, hewldana avakirina rêveberiyeke demokratîk, bi qasî girîngiya xwe ya dîrokî ji aliyê roja îro ve jî gelekî girîng e. Rojava, li cografyayeke mezin a bi dehan salan bi dîktatorî û şeran hatiye bibîr anî, modeleke jiyanê ya feraseta netewe dewletê li dû xwe dihêle, pêşniyar dike. Belê min jî dixwest di sîstemeke bi vî rengî de bijî."

Nîdal Kar got, "Berxwedana Kobanê ne tenê pêşeroja Kurdan dikare pêşeroja tevahiya gelên li Rojhilata Navîn dijîn diyar bike û destnîşan kir ku hêza YPG li dij şer dike, serdema tarî ya dîrokê temsîl dike. Kar got, "DAIŞ nîşana roja îro ya vê tarîtiyê ye. Eger nezantiya rêxistinbûyî ya li Sûriyeyê bi ser bikeve, bi dîtina min di siberoja nêz a Rojhilata Navîn de wê ti hêza pêşverû bi ser nekeve."

'SILAV JI BERXWEDÊRÊN LI KOBANÊ, SÛRIYE, IRAQÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊDIKOŞ IN'

Goksalan got, "Berxwedana li dijî DAIŞ'ê berxwedana ji bo mirovahiyê ye" û ne tenê berxwedêrên li Kobanê gelên li tevahiya Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin silav kir. Gokaslan diyar kir ku têkçûna berxwedana li Rojhilata Navîn ne teê ji bo gelên Kurd û Ereb wê encamên gelekî nebaş ji bo tevahiya gelan bîne û got, "Şerê li Rojhilata Navîn ne şerê nîjad ne jî yê mezheb e. Li Rojhilata Navîn bi dehan rêxistinên radîkal ên Sunî hene ku ji bo berjewendiyên emperyalîst hatine avakirin. Divê li dijî van rêxistinan hemû gel bibin yek û têbikoş in. Em weke ciwanên Ereb ên li Tirkiyeyê dijîn, çawa ku me nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî Erebên li Lazkiye dan, divê em heman nerazîbûnê ji bo Ermeniyên Kesebê, Kurdên li Kobanê jî nîşan bidin. Çi li Stenbol, çi li Enqere, çi jî li Antakyayê me bi dirûşme û pankartên xwe yên bi zimanên Ermenî, Erebî û Kurdî hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Em ê ti carî ji vê xeta xwe venegerin."

'EM LI CEM ŞOREŞA ROJAVA NE'

Gamze Gokaslan di wê baweriyê de ye ku ciwanên Elewî yên Ereb ne dûrî şoreşa Rojava ne. Gokaslan da xuyakirin ku di hejmara destpêkê ya kovara bi navê "Ehlen" de ku yekemcar ciwanên Ereb di dîroka Tirkiyeyê de kovarek derxitiye, destek dane şoreşa Rojava û destnîşan kir ku ev sekna wan di heman demê de sekna çalakiyê ye. Gokaslan got, "Li Antakyayê ku nifûsa Ereb lê zêde ye, eger hûn çalakiyên tên lidarxistin temaşe bikin, bêtirî Sûriyeyê ji bo Kurdistanê egl herikî kolanan. Me pratîka vê di çalakiyên destekkirina Kobanê yên berî çend rojan li Antakyayê hat lidarxistin de, dît. Mîna ku di berxwedana Kobanê de me dît, yên ku herî zêde êrîşî Kurdên şoreşger kirin, mixabin dîsa Kurd bûn. Ez her tim dibêjim, ev şer şerê wijdanê ye, şerê maf e. Her kesê ji xwe re bêje ez mirov im, divê li cem şoreşê cih bigire. Em ê jî her tim li cem berxwedêran bin."

'NE LI DIJ E LÊ NE ZÊDE NÊZ E'

Nîdal Kar jî di wê baweriyê de ye ku ciwanên Elewî yên Ereb ne li dijî şoreşa Rojava ne, lê piraniya wan bi têrkerî xwe nêz nakin. Ji bo sedemên vê yekê jî ev nrixandin kir: "Beriya her tiştî Beşar Esad Elewiyekî Ereb e, Elewiyên Ereb ên li Antakyayê jî xwe ji aliyê hestewariyê ve nêzî rejîma Baas dibîne. Ev yek yek ji sedeman e. Piraniya Elewiyên Ereb ji ber hesasiyeta laîkiyê, di tevahiya dîroka komarê de li kêla CHP'ê ref girtine. Ev yek jî sedemeke din a bi têrkerî xwe nêznekirina li destketiyên Kurdan e. Yek ji sedemên girîng jî; siyasetmedarên Kurd di şerê Sûrieyyê de di nava tevgerên Îslamî de ji aliyê demî ve pênaseyên cuda kirin. Dema DAIŞ'ê weke hêza dijmin radigihîne, rêxistinên din ên cîhadî yekser hedef nagirin, dem bi dem bi wan re diyalogê datîne. Ev yek di nava ciwanên Elewî yên Ereb de rê li ber tengezariyê vedike. Lê hêdî be jî bi dîtina min ev nêzîkatiya dûrmayînê, ji holê radibe. Di salên dawî de bala ciwanên Elewî yên Ereb diçe ser pirsgirêka Kurd."

'EM XWEDÎ LI XWIŞK Û BIRATIYÊ DERKEVIN'

Gamze Gokaslan da xuyakirin ku rewşa aştiyê ya ciwanên Elewiyên Ereb, Sunnî û Xiristiyan li Antakyayê ti carî xera nebûye û ev bang kir: "Li gel gotinên mezhebî yên Serokwezîrê Tirk li Reyhanliyê û hedefgirtina Elewiyên Ereb, em li Reyhanliyê ji bo mirovên hatin qetilkirin bi hev re daketin kolanan û me bi hev re li ber xwe dan. Bang li her kesên li cografyaya me dijîn dikim ku xwedî li rewşa xwişk û biratiyê ya bi sedan salan e dimeşe derkevin."

Nîdal Kar herî dawî ev bang li ciwanên Elewî yên Ereb kir: "Li vê erdnîgariya bi xwîn, ji bo em hebûna xwe biparêzin, çanda xwe bi awayekî azad bijîn, divê em ji nêz ve li tecrûbeya Rojava binêrin."