Cenazeyê girtiyê hat qetilkirin dibin Mêrdînê

Cenazeyê girtiyê nexweş Şakir Tûran ê hat qetilkirin, ber bi Mêrdînê ve dibin.

Girtiyê nexweş Şakir Tûran îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenaze wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Strewrê ve bi rê ket. 

Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakir Tûran li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin. Turan ku nexweşê penceşêrê bû, îro di danê sibehê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Tûran ji bo rapora otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê. Piştî kirariyên otopsiyê, cenaze radestî malbata hate kirin. Malbata ku cenaze wergirtî ji bo li navçeya Stewrê ya Mêrdînê defin bike bi rê ket. Cenazeyê Tûran wê sibe di danê sibehê de li gundê Şûtiyê were definkirin.