Cenazeyê gerîla Betul Dîlen hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya bi navê Betul Dîlen a ku par di meha Kanûnê de li Çiyayê Bagokê şehîd bûbû, bi tevlêbûna sedan kesan hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya bi navê Betul Dîlen a ku par di meha Kanûnê de li Çiyayê Bagokê şehîd bûbû, bi tevlêbûna sedan kesan hate veşartin.
Gerîlaya HPG’ê Betûl Dîlen (Dîcle) di êrişa hewayî ya 11’ê Kanûna 2021’an a li dijî Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dîlen li Goristana Bêkesan a Artuklu ya Mêrdînê hatibû veşartin. Malbata Dîlen, cenazeyê keça xwe ji goristanê derxist û birin Erziromê.
Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Ehmedê Xanî, cenazeyê Dîlen birin goristana Taxa Ûlîcar a Qereyazi ya Erziromê. Bi sedan kes tev li merasîma veşartina cenazeyê bûn. Ketin û derketina goristanê ji hêla leşker û polîsan ve hatibûn girtin û destûr nedan ku merasîm bê kişandin.
Cenaze, piştî wecîbeyên olî hate veşartin.