Bûldan: Em ji bo mezinkirina hevpariya têkoşînê bi biryarin

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi beşdariya bi hezaran kesî kongreya xwe li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got, "Em bi biryar in ku mûxalefeta demokratîk, hevpariya têkoşînê mezin bikin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Kongreya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de axivî û diyar kir ku îktidarê welat veguherandiye tecrîdê. Bûldan got yên ku gelê wan û HDP'ê nas neke ew jî wan nas nakin û wexta roja wê hat wê nîşanî wan bidin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrek li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li Salona Sporê ya Celîl Atîk a li navçeya Konakê tê lidarxistin. Bi sedan welatî ji serê sibehê ve hatin eywana kongreyê û li ber stranên kurdî govend gerandin.

Eywan bi alên HDP’ê, wêneyê Denîz Poyraz hat xemilandin û pankartên “Denîzek biçe, wê bi hezaran Denîz bên", "Ji Bo Aysel Tugluk edalet. Ji bo hemû girtiyên nexweş edalet”, “Jin li dijî şer, talanê û nijadperestiyê aştiyê diparêzin”, “Em li dijî talana xwezayê û bajaran jiyana ekolojîk diparêzin” û “Em li dijî tundiya zilam-dewlet, şer û feqîriyê li her derê ne” hatin daliqandin.

Ev kongre diyarî bîranîna Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, tê kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl û girseyek qelebalix beşdarî kongreyê bûn.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme û bavê wê Abdullîlah Poyraz jî mêvanên kongreyê bûn. Dirûşmeyên wek “Şehîd namirin”, “Denîz Poyraz nemire”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Ji Meclîsa Aştiyê ya Elmanya Halîse Çelebî kulîlk diyarî dîwana kongreyê kir.

Kelecana di kongreyê de xwe ji coşa gel dida nîşandan. Bi hezaran kesên beşdarî kongreyê bûn govend gerandin û dengê dirûşmên wan li eywanê olan da. Kongreyê bi bijartina dîwanê dest pê kir û ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hat girtin.