Bozgeyîk: Sîstem di nava krîzeke piralî de ye
Hevserokê KESK'ê Bozgeyîk diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê xitimî ye; ji aliyê siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ve di nava krîzeke piralî de ye.
Hevserokê KESK'ê Bozgeyîk diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê xitimî ye; ji aliyê siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ve di nava krîzeke piralî de ye.
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk li ser berxwedana kedkaran û krîza aboriyê ji ANF'ê re axivî.
KRÎZEKE PIRANÎ HEYE
Bozgeyîk ragihand ku di nava du salên dawî de krîz girantir bûye û got, "Li Tirkiyeyê polîtîkayên siyasî û aborî yên bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP'ê xitimî ye. Saleke ji aliyê siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ve krîz heye. Ev yek weke krîza piralî tê pênasekirin. Di demekê de ku krîzeke piralî diqewime, ji ber ku desthilatdarî nikare bi rê ve bibe, enflasyon bilind bû, nirxê pere kêm bû, TL di asta ji sedî 60-70'î de bêqîmet bû."
Bozgeyîk destnîşan kir, ku eşkere bûye di mehên Sibat û Adarê ev krîz wê girantir bibe û diyar kir ku Tirkiye ji aliyê aborî ve welatê 5'emîn ê şikestîner ê cîhanê ye.
Bozgeyîk bal kişand ser çalakiyên gel û kedkaran ên li gelek bajaran ku ji bo wergirtina berdêla keda xwe û li dijî zemê tên lidarxistin û got, "Desthilatdariyê dema ku hesabê budçeyê kir, giranî da ser polîtîkayên ewlekarî û mîlîter. Budçe bi giranî ji şer û polîtîkayên ewlekariyê re hate veqetandin. Ji ber ku ji razemenî û kar re budçeyeke têrker nehate veqetandin hejmara bêkaran gihîşt nêzî 10 milyon kesî, sînorê birçîbûn û xizaniyê bilind bû. Di asta ji sedî 150 de buhayê elektrîkê hate zêdekirin, hefteyê herî kêm du caran buhayê berhemên petrolê tê zêdekirin, mirov nema dikarin li wesayita xwe siwar bibin, nikarin li malê gazê bi kar bînin. Herî dawî ji ber zêdebûna fatûreyên elektrîkê ji beşên cuda yên civakê nerazîbûn hate nîşandan. Ev helwest negihiştibe asteke nerazîbûneke rêxistinbûyî jî, gel nerazîbûneke mezin nîşanî buhabûnê dide."
'DIVÊ MUXALEFET PIŞTGIRIYÊ BIDE ÇALAKIYAN'
Bozgeyîk ragihand ku di vir de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê partiyên muxalefetê û got, "Di nava 10 rojên dawî de nerazîbûn bi buhabûnê tê nîşandan. Divê muxalefet jî polîtîkayên cihê baweriyê bixin meriyetê."
Bozgeyîk destnîşan kir ku sedema bingehîn a krîza piralî polîtîkayên şer e û got, "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hem jî hurmeta li mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Sûriyeyê, vekişîna ji Sûriyeyê divê bê kirin. Her wiha li şûna polîtîkayên ewlekariyê divê budçe ji qadên cemaweriyê re bê veqetandin. Krîz bi vî rengî dikare ji holê bê rakirin.
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk herî dawî destnîşan kir ku wê ji bo birêxistinkirina têkoşîna hevpar bixebitin.