Bozdag, malbata hat qetilkirin red kir: Heke HDP bi we re be nehên

Hat zanîn ku Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk Bekîr Bozdag daxwaza hevdîtinê ya malbata Dedeogûllari ya hat qetilkirin bi gotina ‘’Heke HDP bi we re be nehên ba min’’ red kir.

Di mala ji malbata Dedeogûllari ku 30‘ê Tîrmeha 2021‘î li navçeya Meramê ya Konyayê 7 kes hatin qetilkirin de daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Rêvebirên Rêxistinê HDP’ê ya Konyayê û parêzerê malbata Dedeogûlları Abdûrrahman Karabûlût tev li daxuyaniyê bûn.

‘JI BER KU KURD BÛN HATIN QETILIRIN’

Prz. Karabûlût diyar kir ku 12‘ê Gulana 2021‘î, ji ber tevdîrên pêwîst nehatine girtin malbat hatiye qetilkirin û got ku dozger hevdîtin bi failan re kiriye û ketiye hewila ku wê wan çawa berde. Karabûlût axavtinên di navbira bersûc û dozger ên di çapemeniyê de jî derketin, bi bîr xist û anî ziman ku dozger ji du kesan re gotiye ku ew sûc bigirin ser xwe û bi lêv kir ku malbata Dedeogûllari bi êrîşeke organîze hatiye qetilkirin û wiha got: ‘’Miwekîlên min ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin.’’

Karabûlût da xuyakirin ku li gel bi hevdîtinên girtîgehê yên failan delîlên nû hene kesê din nehatiye girtin û wiha axivî: ‘’Ev encama polîtîkaya necezakirinê ya dewletê ye. Di pey êrîşên li malbatê hatin kirin ji ber necezakirinê qetilam çêbû. Ji bo ku fail neyên cezakirin dosyeyên êrîş û qetilamê nakin yek.’’

BOZDAG DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA MALBATÊ RED KIR

Karabûlût diyar kir ku Çetîn Dedeogûlları yê bi tenê ji malbatê sax maye, duh bi daxwaza hevdîtina Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hatiye Enqereyê,  lê wezîr Bozdag gotiye ‘’Heke HDP bi we re be, neyên ba min.’’

'HER KES LI BER QANÛNAN DIVÊ WEKHEV BE'

Karabûlût wiha bi dawî kir: ‘’Ji bo edalet hebe divê her kes Kurdê wek te be? Her kes ne wekhev e li ber edaletê? Bila wezîrê dadê bibêje ne rast e. Heke piça hiqûq, edalet û wijdan bi te re hebûya te ev gotin nedikir. Fikra endamên malbatê çi dibe bila bibe, her kes li ber qanûnan divê wekhev be. Nehiqûqî, bêedaletî ji serî de dest pê dike. Heta ku edalet çêbibe em ê têbikoşin. Rêyên hiqûqa navxweyî bihên girtin. Em ê di qada navnetweyî de têbikoşin. Ya wê ji bo malbatê edalet pêk bihê ya jî em ê mala êrîş lê çêbûye bikin muzeya şermê.’’