Bozçali yê piştî 33 salan hate berdan: Bi qasî nan û avê pêwîstî bi demokrasiyê heye

Mehmet Şîrîn Bozçali ku li Mersînê sala 1992'an ji aliyê Dadgeha Ewlekariy Dewletê ya wê demê bi rengekî bêhiqûqî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn, piştî 33 salan hate berdan û li warê xwe Edeneyê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Mehmet Şîrîn Bozçali 22'ê Tîrmeha 1992'an hate binçavkirin û girtin.

Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê bi îdîaya 'Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn.

Berdana Bozçali yê ku nexweşê Hepatît B ye, ji ber ku zexta 'poşmaniyê' qebûl nekir, ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve 2 caran bi kêfî hate taloqkirin.

Bozçali ku 33 salan girtî ma, dawiya dawî 20'ê Tebaxê ji Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F a Bolûyê hate berdan.

Bozçali piştî ku hate berdan li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.

Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Edene Akdenîzê (AKKAY-DER), Dayikên Aştiyê, Komeleya Pitşevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edeneyê (TUAY-DER) û malbata wî ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.

Bozçali bi kurtî axivî, bal kişand ser 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û got, azadiya Rêber Apo wê demokrasiyê bîne welêt. Bozçali got, "Pêwîstiya vî welatî bi qasî nan û avê bi demokrasî û aştiyê heye."