Bombeya çeteyên DAIŞ malbata Demîr bê xanî hişt

Bombeya çeteyên DAIŞ malbata Demîr bê xanî hişt

Çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşên wan ên li hemberi şervanên Kurd ên Kobanê şikestin, serûber topan davêjin. Topa hewanê ya DAIŞ'ê ku li xaniyê Demîr ê li gundê Zehwanê ked, malbata Demîr bê xanî hişt.

Şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyan a li Kobanê mehek e berdewam dike. Di şerê ku meheke berdewam dike de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê ya Kobanê şikestin. Piştî êrîşê DAIŞ'ê şikestin, çete serûber guleyên hewanê diavêjin derdorê. Di encama topbaranê de topek hewanê ya çeteyan, li gundê Zehwana Pirsûsê li xaniyê malbata Demir ket. Di 28'e Îlonê de jî guleya hewanê li xaniyê Mehmet Demîr ê 67 salî ketibû. Leşkerê Fermandariya Cendirmeyan a Qereqola Hidût hatibûn cihê bûyerê û girtek girtibûn. Demîr, piştî bûyerê serî li Qeqmeqamê Pirsûsê dabû. Demîr, diyar kir ku hê zerara wî nehatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Xaniyê min li pişt qereqolê ye. Leşkeran hatin girtek nivîsandin. Lê tu encam ji girtekê derneket."

Hevsera Demîr a 65 salî Aliye Demir jî anî ziman ku bi darê zorê debara xwe dikin û wiha got: "Me hê nû cilşo jixwe re kiribû. Lê parçeyê ku li cilşoya me ket, cilşoya me xera kir. Niha cihekî ku em lê bistirin tune. Em dixwazin xaniyekî çêkin."