Bi fuzeyan êrîşî Hewlêrê hate kirin: 4 mirî, 6 birîndar
Di êrîşa bi fuzeyan a li ser bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê de 4 kesan jiyana ji xwe ji dest dan.
Di êrîşa bi fuzeyan a li ser bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê de 4 kesan jiyana ji xwe ji dest dan.
Bi fuzeyên balîstîk êrîşî navçeyên Pîrzîn û Bineslawa yên Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê û Balafirgeha Navneteweyî hate kirin. Di encama êrîşê de kesekî bi navê Pêşrew Dîzeyî û ji malbata wî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ev êrîş girt ser xwe.