Beştaş: AKP her roja ku li ser kar e ziyanê dide gel

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş tevlî Kongreya 4'an a Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Semsûrê bû û got,''AKP her roja ku AKP li ser kar e ziyanê dide gel.''

Kongreya 4'an a Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Semsûrê bi tevlêbûna bi hezraan kesî civiya.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li kongreyê axivî û helwest nîşanî AKP-MHP'ê da ku 'bi şev û roj êrîşê tîne ser HDP'ê''.

Beştaş gotina Serokê partiya nîjatperest a Tirk MHP'ê Devlet Bahçelî bi bîr xist, ku gotibû 'Divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê were girtin'', got, ''Gel wê bigire, bigire''.

Beştaş her wiha bi bîr xist ku Semsûr bajêr çandiniyê ye lê AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer ev ji holê rakiriye û aborî jî qedandiye.

Beştaş got, ''Her roja ku AKP-MHP li ser kar e, ev ziyanê die gel. Gel wê fîşa wan bikişîne, ew empûl wê were vemirandin. Lîderekî dî yê DAÎŞ'ê jî li sînorê Tirkiyê hate kuştin. Çima ev hemû li ber sînorê Tirkiyê dibe? Hûn vê ji kê bipirsin, wê bibêjin, ji bo ku li wir ewle bûn li wir bûn.''

Zelîha Karinca û Bekîr Gurbuz bûne Hevserokên nû yê Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Semsmûrê.