Li Licê ya Amedê di 22'yê Cotmeha 1993'yan de piştî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin leşker û polîsan li navenda navçeyê 16 sivîl kuştin û 36 kes jî birîndar kirin. Danişîna 14'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îzmîrê pêk hat. Di dozê de Fermandar Tûnay Yanardag û Fermandarê Alaya Jendirmeyan ê Amedê yê wê demê Albay Eşref Hatîpoglû dihatin darizandin. Lê ji ber Yanardag mir, Hatîpoglû tenê dihat darizandin. Dadgehê di derbarê Hatîpoglû de biryara berdanê da û biryara da ku Yanardag ji dosyeyê bê derxistin.
Di danişînê de destpêkê mexdûrên bûyera li Licê hatin guhdarkirin û mexdûran doza edaletê kir. Piştre parêzerên mexdûran di derbarê mutaalayê de daxwazên xwe bilêv kirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî di parêziya xwe de bal kişand ser dozê ku ji Amedê birine Eskîşehîrê û ji wir jî birine Îzmîr û Parêzer Yûnûs Mûratkan jî bal kişand ser nakokiyên di dema lêpirsînê de.
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî, destnîşan kir ku hevpîşeyê wî Mûratkan di 7 saetan de enceq naveroka dosyeyê qedandiye lê belê dozger dozger di mutaalayê de 20 rêzik nivîsandine. Yucel, bilêv kir ku di mutaalayê de daxwazên şahidan tune ne û got: "Di vê dosyeyê de beyanên xizmên kesên mirine tune ne. Di darizandinê de wijdan divê. Mirov tenê bi guleyan namirin. Ger di vê dozê de ceza neyê birîn wê mirov careke din bimirin."
Parêzer Sîdar Avşar jî destnîşan kir ku dosye hem ji bo kesên mirine hem jî ji bo mexdûrên li Licê pir girîng e û ji ber vê bi hezaran mirov ji Licê koçber bûne. Avşar got: "Mutaalaya dozger ne di vî warî de ye. Eşref Hatîpoglû rêxistineke di nav JÎTEM'ê de ye. Tiliya wî di gelek kuştinên kiryar nediyar de ye. Li gor me kesekî ev qas mirov kuştibin rêxistina terorî ye. Divê kesekî wisa neyê berdan. Berdana kesekî wisa wê wijdanê raya giştî û hiqûqê tev de nerihet bike. Em dixwazin bersûc bê cezakirin."
Parêzer Kezban Yilmaz jî diyar kir ku roja bûyerê li Licê endamekî rêxistinê jî tune bûye û got: "Madem li navçeya Licê êrîş hebûye, nexwe çima di girtekê de tune ye. Tu endamekî rêxistinê jiyana xwe ji dest endaye. Biryara bê dayîn ji bo gel û raya giştî girîng e. Ger bersûcên bûyerên bi vî rengî bihatana cezakirin wê Roboskî pêk nehatana. Sûcê bersûc eşkere ye û em dixwazin bê cezakirin."
Parêzer Halîl Donmez jî, diyar kir ku li vî welatî hiqûq esas nayê girtin û daraz jî xwe li ker û lalîtiyê datîne. Donmez, bilêv kir ku heyeta dadgehê dosye nexwendiye û got: "Ger bihatana xwendin wê daxwaz bihatana qebûlkirin. Tahîr Elçî digot 'ne bawer im der barê vê danişînê de biryareke edlî derkeve.' Ev mutaala mafdariya Tahir Elçî nîşan dide."
Parêzerê bersûc Eşref Hatîpoglû jî got: "Em daxwaziyan qebûl nakin. Li gorî me PKK'ê bûyera li Licê kir. Muwekîlê min nerihet dibe berdana wî dixwazim."
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyetê diyar kir ku ji ber Fermandar Tûnay Yanardag miriye divê ji dosyeyê bê derxistin û di derbarê Fermandar Eşref Hatîpoglû de jî biryara berdanê da.