Bêhna girtiyê nexweş Odûncû di hucreyê de naçe û nayê

Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê di Girtîgeha Girtî ya S a ya Antalyayê de di hucreyê de tê ragirtin, ji malbata xwe re ragihand ku bêhna wî naçe û nayê.

Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû (30) yê bi 2 hevalên xwe re di Girtîgeha Girtî ya F Edîrneyê de bû û berî demekê sirgûnê Girtîgeha S ya Girtî ya Antalyayê hat kirin, bi tena serê xwe di hucreyekê de tê ragirtin. Odûncû yê 174 sal ceza lê hatiye birîn ji sala 2014‘an ve rehîn tê girtin.

Ji ber xistina derengî ya dermankirina Odûncû yê di salvegera komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agir berda canê xwe, îltihab ji canê wî diherike.

Dayika Zerdeşt, Selma Odûncû ya piştî sê salan çûn dîtina bi vekirî ya kurê xwe behsa hevdîtina xwe ya pê re kir.

‘ZERDEŞT ROJ BI ROJ DIHELE’

Dayik Selma Odûncû got ku ser cihê hewadarkirinê yê hucreya kurê wê tê de ye jî hatiye têlkirin û di cihekî mîna qefesê de tê girtin. Dayik Odûncû anî ziman ku nexweşî roj bi roj lê zêde dike û got: “Jixwe birîndar e. Zeîf û reş bûbû. Kurê min dibêje ku em di qefesê de tê girtin. Rêveberî bi kêfî tevdigere. Nan jî bi kêfî didin. Roj bi roj dihele. Min jê pirsî, got çima tu wiha zeîf û reş bûyî? Ji min re wiha got; ‘Êdî hew di vê qefesê de bêhna min diçe û dihê.’ Alav û amûrên wî nedane, girtina di hucreyê de bi tena serê xwe êşkence ye.“

Odûncû da zanîn ku wê serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê daye û ji rêxistinên mafê mirovan ên li Antalyayê xwest ku ew jî di girtîgehê de lokolînê bikin.