BDP: Ne binpêkirina sînor, polîtîkaya kuştinê ya rêkûpêk e
BDP: Ne binpêkirina sînor, polîtîkaya kuştinê ya rêkûpêk e
BDP: Ne binpêkirina sînor, polîtîkaya kuştinê ya rêkûpêk e
BDP'ê ragihand ku qetilkirina 3 Kurdan li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê, ji ber helwesta dijminane ya dewleta Tirk a li dijî gelê Rojava ye û bibîr xist ku li ser sînor di nava mehekê de 7 sivîl hatine qetilkirin. BDP'ê got, "Li naverastê polîtîkayeke êrîşê ya rêkûpêk heye. Sedem ne binpêkirina sînor e, polîtîkayeke kuştinê ya rêkûpêk e."
Navenda Giştî ya BDP'ê, der heqê bûyera qetilkirina 3 kesan a ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Rojava yê ji ber girtina sînorên Tirkiyê rastî ambargoya derveyî mirovahiyê tê, di ser de ji aliyê Tirkiyê ve tê gulereşandin. Em ji welatiyên li ser sînor jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê û ji xizmên wan û gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin."
BDP'ê diyar kir ku hikûmet li gel alîkariya xwe ya ji bo çeteyan, li dijî gelê Rojava helwesteke dijminane nîşan dide û got, "Hikûmet û dewleta ku sînorên xwe ji çeteyan re heta dawiyê vedike, ji wan re alîkariya çek, pere û lojîstîk peyda dike, birîndarên çeteyan li nexweşxaneyên xwe dewam dike, li dijî gelê Rojava di nava helwesteke dijminane de ye. Tirkiye ji aliyekî ve deriyê sînorê xwe digire û nahêle pakêtek şîr jî bigihêje Rojava, li aliyê din bi rêya êrîşên çeteyan hewl dide gelê Rojava çavtirsandî bike."
DI NAVA MEHEKÊ DE 7 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
BDP'ê bibîr xist ku di nava mehekê de li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê 7 sivîl hatine qetilkirin û got, "Li naverastê polîtîkayeke êrîşê ya rêkûpêk heye. Dema çeteyên El Nûsra derbas dibin dewlet xizmeta VÎP dide wan, lê di bin navê binpêkirina sînor de mirovên sivîl qetil dike. Sedem ne binpêkirina sînor e, polîtîkaya kuştinê ya bi rêkûpêk e."
BDP'ê destnîşan kir ku ev êrîş careke din nîşan dide ku dewleta Tirk û çete bi hev re tevdigerin û ev xal destnîşan kir:
HEWL TÊ DAYÎN BI ÊRÎŞÊN DU ALÎ RE GELÊ ROJAVA TESLÎM BÊ GIRTIN
"Gelê Rojava li aliyê din ê sînor rastî êrîşa çeteyên El Nûsra li vî aliyê sînor jî rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên Tirk tê. Yên ku bi dîwaran, bi têlan, bi erdê mayinkirî nekarî vîna gel bişkînin, niha jî bi fîşekan hewl didin vê polîtîkaya xwe bimeşînin.
Gelekî zelal û li ber çavan e ku dewlet û hikûmeta Tirk bi çeteyên El Nûsra re tevdigere. Xwedî armanceke hevpar in. Her du jî dixwazin pêvajoya şoreşa demokratîk a li Rojava sabote bikin, pêşî li statuya gel û pêşeroja azad bigirin. Bi van êrîşên ji du aliyan ve hewl tê tayîn dor li gelê Rojava bê girtin, bê îzolekirin û vîna wê teslîm bê girtin.
DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN NERAZÎBÛN BÊ NÎŞANDAN
Yên ku vê polîtîkayê dimeşînin û hevkarên vê polîtîkayê divê vê baş bizanibin ku meşa azadiyê ya li Rojava bilind dibe, dê ti kes nikaribe pêşî lê bigire. Gelê Rojava têkoşîneke mezin a rûmet û lehengiyê dimeşîne. Yên ku li hemberî vê berxwedana wan a bi rûmet û dîrokî rûmeta mirovahiyê binpê dikin û polîtîkaya zilmê dimeşînin, dê winda bikin û wê bi bêrûmetiya xwe re rû bi rû bimînin."
BDP'ê bang li dewlet û hikûmetê kir ku dawî li van êrîşên xwe bîne, ji polîtîkayên xwe yên derveyî mirovahiyê yên li dijî gelê Rojava vegere, tavilê dest ji alîkariya xwe ya ji bo çeteyan berde û xwest, berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin.
BDP'ê bang li gelê Kurd jî kir ku nerazîbûna xwe ya li hemberî van êrîşên derveyî mirovahiyê bilind bike.