BDP’ê ji bo ku nexweşên girtî mudaxaleya navnetewî xwest
BDP’ê ji bo ku nexweşên girtî mudaxaleya navnetewî xwest
BDP’ê ji bo ku nexweşên girtî mudaxaleya navnetewî xwest
Cigira hevseroka ji Mafê Mirovan û Hiqûqê ya BDP’ê berpirs Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku rêziknameya der barê înfaza tedbîrên ewlehî û cezayê ya bi rêveberiya saziyên înfaza cezayê re, di pêkanîna rêgezên 4’emîn xala bi ser navê ‘Rêgezên di înfazên tedbîra ewlehî û cezayê de’ bi giştî tê binpêkirin. BDP’ê da zanîn ku ji ber bêhestiyariya wezareta dadê û saziyên têkildar yên Tirkiyeyê divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî bikevin nava tevgerê.
Meral Daniş Beştaş di nîşeya xwe ya der barê bêdadî ya li girtîgehan tê jiyîn de da zanîn ku bi taybet pêkanînên li ser girtiyên nexweş her diçe zêde dibe.
Beştaş da zanîn ku binpêkirina mafan ji darazê dest pê dike heta temam kirina înfaza cezayan didome û got divê dawî li van nêzîkatiyên ku rumeta mirovahiyê dişikînin.
Beştaş der barê binpêkirina de wiha got: “Tirkiye di darazên DMME’ê de ev 3 sale dîsa di rêza yekemîn de ye. Beşeke dozên ku Tirkiye jê tên mahkumkirin, ji binpêkirina mafan pêk tê.
DMME’ê di 5’ê Adara 2015’an de di doza Gulay Çetîn ku li girtîgehê di encama nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe ji dest da, Tirkiye ji ber pêkanînên dij mirovahiyê û binpêkirinê mahkum kir.
Ev biryar ji bo rewşa girtiyên nexweş ji bo ku rewşa wan bê diyarkirin gelek girîng bû. Lê di biryara DMME’ê de debarê rewşa girtiyên nexweş de bi awayekî zelal sererastkirin tune û têr nake. Ligel raporên heyetê, Saziya tipa Edlî muayene dike û ev jî tê rexnekirin. Ev jî pêkanîneke newekehev hatiye tespîtkirin.
Binpêkirina mafan ji darazê dest pê dike û heta temamkirina înfaza cezayê didome. Ev binpêkirin ji aliyê BDP, tuhad-fed û rêxistinên gel yên din ve tê ragîhandin. Xebatan dimeşîne. Di vê mijarê de bi dehan carî bi wezareta dadê re hevdîtin kirine. Ligel vê binpêkirin her diçin zêde dibin.
XALA 4’EMÎN-(1) Rêbazên der barê înfaza tedbîrên ewlehî û cezayê de beyîn ku newekheviyê di nava kesan de bike pêk tê.
BDP ev demeke dirêje der barê vê mijarê de xebatan dimeşîne û daxwaz dike ku mudaxaleyê navnetewî li dijî van binpêkirina mafan bikin.