Bayramê di êrîşa Dîlokê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Bayramê di êrîşa Dîlokê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Bayramê di êrîşa Dîlokê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Li Dîlokê di encama êrîşên faşîstan ên li hemberî çalakiyên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê welatiyê bi navê Musa Bayram bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi tevî Bayram hejmara kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan derket 5 kesan.
Wek gelek bajaran li Dîlokê jî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hate lidarxistin. Polîs û komên faşîst êrîşî çalakvanan kir û di encama êrîşan de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di wan bûyeran de welatiyê bi navê Musa Bayram jî bi guleya keleşê ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Bayram ê ku li Nexweşxaneya Deva ya Taybet a Dîlokê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 5 kesan. Rewşa her sê birîndarên din ên ku di encama êrîşên polîs û faşîstan de birîndar bibûn xetere û talûkeya jiyanî didome.
Hate hînbûn ku dê cenazeyê Bayram ji bo definkirinê wê bibin navçeya Qilebana Şirnexê û li wir defin bikin.