Başaran: Gelek tişt hene ku Ocalan bibeje, divê tecrîd rabe
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, tecrîda li ser Imraliyê hatiye girankirin û got, ''Gelek tişt hene ku Rêzdar Ocalan bibêje, tecrîd demildest divê rabe.''
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, tecrîda li ser Imraliyê hatiye girankirin û got, ''Gelek tişt hene ku Rêzdar Ocalan bibêje, tecrîd demildest divê rabe.''
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran daxuyaniya çapemeniyê da.
Başaran li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya partiya xwe axivî.
Başaran salvegera 23'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, diyar kir tecrîda li ser Ocalan ji roja rehîn hatî girtin ve didome û got, ''Divê demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li Imraliyê were. AKP-MHP vê pêvajoya dawî di ser Rêzdar Ocalan re dixwaze hinek manîpûlasyonan bike. Em dîsa dibêjin, gelek gotin û fikir hene ku Rêzdar Ocalan dikare ji civakê re bibêje. Ji ber ve jî demildest divê ev tecrîd rabe û hevdîtin çêbibin.''
Başaran bi berdewamî diyar kir polîtîkaya tecrîdê ya li Imraliyê li girtîgehên din jî berbelav bûye, bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û got, ''Niha li girtîgehan 600 jê rewşa wan giran 1600 girtiyên nexweş hene. Tenê sala 2021'an piştî ku înfaza wan hatî taloqkirin bi demeke kurt, 59 girtiyên nexweş, li nav çar dîwarên girtîgehê yên di bin kontrola desthilatê de jiyana xwe ji dest dane.
Desthilat bi rengekî lê rawestiyayî bi wê meylê ye ku ji bo girtiyên nexweş gavan neavêje. Li girtîgehan polîtîkaya mirinê dike. Desthialt divê girtîgehan bes bike malên mirinê.''
Başaran bi berdewamî got, ''Em nîqaş dikin li dijî êrîşên li girtîgehan li ser jinan, di şexsê Aysel Tugluk de li dijî rêbazên êşkenceyê ku li girtîgehan li ser girtiyên nexweş ên jin dikin, mirov dikare têkoşîneke çawa bide. Xebatên me, piştevaniya me û hewldana ku em ji wan re bibin deng wê bidome.''
Têkilî qirkirina jinan jî Başaran got, ''Li girtîgehan jin ji bo ku têdikoşin rehîn têne girtin, bi dehan salan ceza li wan tê birîn, li derve jî komkujiya li ser jinan bênavber didome. Tenê Çileya 2022'an 26 jin bi destê zilaman hatine kuştin. 28 jin bi rengê 'xwekuştin'ê dawî li jiyana wan hatine. Komkujiya li ser jinan hatiye asta qirkirinê. Desthilat dev ji wan nêzîkatiyan biqere ku zilaman teşwîq dike û zayendîparêziyê geş dike.''