Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke pir kêm tê dîtin de ne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin got, “Em di qonaxeke pir kêm tê dîtin de ne” û bang kir ku ji bo vesazkirinên qanûnî xebat bên meşandin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin got, “Em di qonaxeke pir kêm tê dîtin de ne” û bang kir ku ji bo vesazkirinên qanûnî xebat bên meşandin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyanî da. Ayşegul Dogan da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliyeya 33 girtiyên 30 salên xwe temam kirin hatine taloqkirin. Ayşegul Doganê got ku duh jî tehliyeya 5 girtiyên din careke din ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin.
‘DIVÊ EM BÊN GEL HEV’
Ayşegul Doganê, bal kilşand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û komîsyona di vê çarçoveyê de hatiye avakirin û got: “Ev rewşa nû, girîng e. Em niha di qonaxeke pir krîtîk de ne. Em di dilê qonaxekê de ne. Xebatên di vê çarçoveyê de tên kirin, hewceye çêker bin. Girîng e ku bingeha pirsgirêkan bên tespîtknrin. Lêbelê komîsyon bi tena serê xwe nikare van pirsgirêkan çareser bike. Divê weke siyaset û civak em bên gel hev û bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin.”
EM DI QONAXEKÎ KRÎTÎK DE NE
Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser hejmara partiyên di komîsyonê de cih digirin û ev tişt anî ziman: “Em di qonaxeke pir kêm tê dîtin de ne. Divê em vê qonaxê weke qonaxa avakirina aştî, azadî û demokrasiyê bibînin. Weke DEM Partiyê em ê ji bo gavên nû tên avêtin tişta ji dest tê bikin. Ev demekî dirêj e em ji bo vê haziriyan dikin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî, wekhevî, xwişk-biratiyê heye. Girîng e ku pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo sererastkirinên yasayî divê xebat bên kirin. Ji bo piştevaniya civakî pêdivî bi xebatên jiyanî heye.”
Ayşegul Doganê axaftina xwe wiha qedand: “Gelo dewlet, desthilatdar, muxalefet, siyaset û civak dê xwe li gorî serdema nû çawa amade bike? Yek ji mijarên divê li ser were axaftin û xebat bên meşandin jî ev e. Divê ev pêvajo weke pêvajoya guherîn û veguherîna her du aliyan were nirxandin. Divê neyê jibîrkirin ku stûnên derfetên vê qonaxa krîtîk dê bi têkoşîna hevpar ava bibin. Bi muxalefeteke xurt dibe.”