AYM'ê serlêdana Beştaş red kir: Çandina daran li gundê Fîsê sûc e!
AYM'ê çandina daran li gundê Fîsê weke sûcekî pênase kir û serlêdana Meral Daniş Beştaş a HDP'î red kir.
AYM'ê çandina daran li gundê Fîsê weke sûcekî pênase kir û serlêdana Meral Daniş Beştaş a HDP'î red kir.
Di 28'ê Mijdara 2009'an de di çarçoveya mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Licê ve hatibû liarxistin de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê dar hatibûn çandin. Ji ber beşdarbûna wê ya çandina van daran, derbarê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku wê demê Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû de bi îdîaya "propagandaya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc" doz hatibû vekirin.
Di encama darizandinê de ku li 4'emîn Dadgeha Giran a Amedê hatibû kirin bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" derbarê Beştaş de biryara taloqkirina teqîbatê hatibû dayîn. Beştaş, li dijî biryara ku derbarê wê de hatibû dayîn di 4'ê Sibata 2014'an de serî li AYM'ê dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), piştî 8 salan serlêdana Beştaş nirxand û biryar da. AYM'ê cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatibû li Beştaş hatibû birîn erê kir û îdîa kir ku azadiya ramanê nehatiye binpêkirin.