Artêşa Tirk li Pasûrê dest bi amadekariya êrişê kir
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Pasûrê ya amedê, 'yekîneyên leşkerî' li herêmên Hevîdan û Badikanê belav kir û dest bi amadekariya êrişê kir.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Pasûrê ya amedê, 'yekîneyên leşkerî' li herêmên Hevîdan û Badikanê belav kir û dest bi amadekariya êrişê kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, hêzên ser bi artêşa Tirk ve, ev demeke bi rêya makîneyên wênekişandinê yên li qadên bejahî danîne, hewl didin cihên gerîla tespît bikin.
Hate ragihandin ku leşker û cerdevanên artêşa Tirk her êvarê bi wesayitên sivîl tên gundên li bejahiya Hevîdan û Badikanê û bi kincê şivanan li qadê digerin, keşfê dikin.