Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Daxwaza hevdîtinê ya malbatê û parêzeran di bin navê 'cezayê dîsîplînê' de ku bi rêk û pêk kirine, tê redkirin. Di serî de gelê Kurd û dostên wan, her kesên alîgirê demokrasiyê ji vê rewşê bi fikar in.
Endamê Desteya Rûmetê ya Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr bi bîr xist ku nêzî 3 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û destnîşan kir ku ne di nava qanûnên Tirkiyeyê de ne jî di nava qanûnên cîhanê de tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Akdemîr anî ziman ku mafên girtiyên li Tirkiyeyê hemû sûdê jê werdigirin divê Abdullah Ocalan jî karibe sûdê jê werbigire û got, "Mîna her kesî mafê xwe heye ku hefteyê carekê bi telefonê biaxive, hevdîtinê rû bi rû û normal bike. Ev maf di qanûnên Tirkiyeyê de bi şênberî hatiye naskirin. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin li dijî qanûnan e, li dijî Destûra Bingehîn e."
'FIKRÊN ABDULLAH OCALAN ŞÊNBER IN'
Akdemîr ragihand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin bandorê li girtîgehên din jî dike û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotineke bi tenê dikare bêhnê bîne ber Tirkiyeyê. Akdemîr bi bîr xist ku nêzî 40 sal in şer dewam dike û got, "Ji ber dewamkirina vî şerî niha aborî têk çûye. Aboriya Tirkiyeyê ber bi ku ve diçe, kes vê yekê hesab nake. Lewma Yekîtiya Baroyan ji bo ev rê bê vekirin divê bikeve nava liv û tevgerê. Tevî partiyên siyasî, her kesên ku ji welatê xwe hez dikin ji bo rakirina tecrîdê û vekirina rêyên aştiyê divê têbikoşin.
Eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê pêşî li Tirkiyeyê vebe, wê Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe yek ji welatên herî dewlemend. Bi rakirina tecrîdê re wê bihabûn û krîza aboriyê jî ji holê rabe, enflasyona bilind wê bi dawî bibe. Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêkan tecrîd û pirsgirêka Kurd e. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Yanî hingî aştî jî aramî jî wê bê welêt. Meseleya Kurd meseleyeke 100 salî, 200 salî ye. Mirov ji bo îro nikare li welêt qala demokrasiyê bike. Parlamenterek daxuyaniyekê dide lê tê girtin. Li gorî qanûnan mafê destnedanê yê parlamenter heye, lewma hûn nikarin vê bikin. Ev yek xwe dispêre çi? Dispêre pirsgirêka Kurd. Eger pirsgirêka Kurd bihata çareserkirin, ti ji van pirsgirêkan nedibû. Fikrên Abdullah Ocalan şênber in. Jiyana aştiyane ya herdu gelan. Dema ku aştî hebe bêhn wê bê ber her kesî. Divê mirov ji fikrên Abdullah Ocalan netirsin. Zerara fikrên wî nîne. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe."