Şêniyên Geverê li dijî zaman daketina kolanan

Bi hezaran şêniyên Geverê li dijî zaman daketin kolanan.

Bi mebesta protestokirina zeman, li Geverê bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşmeya “Me dişêlînin” banga îstîfayê li hikûmetê kirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran kes ji bo protestokirina zemên li elektrîk û pêdiviyên jiyanî  hatine kirin, daket kolanan.

Welatiyên ku li ser Cadeya Nedîm Zeydan dest bi çalakiyê kirin, bi dirûşmeyên “Me dişêlînin”, “Hikûmet îstîfa” û “Tedaşa şêlanker” meşiyan. Welatî heta ber deriyê Kargeha Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Vangoluyê (VEDAŞ) meşiyan. Li vê derê jî çalakiya xwe bi çepik û dirûşmeyan berdewam kir.

Bi hatina welatiyan re polîsan avahiya VEDAŞ’ê dorpêç kir.

Beriya niha li navçeya Bazîd a Agiriyê jî bi hezaran kes bi heman mebestê daketibûn qadan.