Şaxên ÎHD’ê xwestin Ferhat Berkpinar were berdan

Şaxên ÎHD’ê yên Hatay, Îskenderûn û Mêrsînê, serdegirtina Şaxa ÎHD’a Amedê û destgîrkirina Ferhat Berkpinar şermezar kirin û xwestin Berkpinar were berdan.

Polîsan di 3’yê Sibatê de bi ser Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê de girtibûn û endamê Rêveberê Lijneya ÎHD’ê Ferhat Berkpinar destgîr kiribûn. Şaxên ÎHD’ê yên Hatay, Îskenderûn û Mêrsînê, serdegirtina Şaxa ÎHD’a Amedê û destgîrkirina Berkpinar şermezar kirin û xwestin Berkpinar were berdan.

HATAY

Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî daxuyaniya li Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê hat kirin bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tongûç Salmanoglû, bi lêv kir ku serdegirtina ÎHD’ê bê hiqûqî ye û got: “Em dixwazin hevalê me Ferhat Berkpinar yê were berdan û her cure mafê wî yê hiqûqî were parastin.” 

MÊRSÎN

Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov in” hat vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeyneb Benlî wiha got: “Em dixwazin bînin bîra polîsan û endamên darazê ku ev pêkanîn li Tirkiyeyê gelek hatin pêkanîn û yên niha ev pêk anîn li pêş darazê hesab bidin.”

ÎSKENDERÛN

Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî bertek nîşanî serdegirtina ÎHD’ê da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk jî wiha axivî: “Em careke din destnîşan dikin ku tu zext û pêkanînên li dijî hiqûqê nikarin di têkoşîna mafên mirovan de paş ve gavê me bidin avêtin.”