Însiyatîfa Zarokên Agir li şeş bajaran gelek wesayit û kargeh şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li şeş bajaran gelek kargeh û wesayitên 'dijminên Kurdan' şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Edene, Duzce, Manîsa, Konya, Kirikkale û Kocaeliyê gelek wesayit û febrîqe şewitandine.

Li gorî daxuyaniye;

"4'ê Sibatê li navçeya Sariçam a Edeneyê febrîqeya pîşesaziyê û plastîkê ya Abdîogûllari 'ya faşîstan', 

Li Duzceyê li Febrîqeya Kaûtek a AKP'iyan a li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî, febrîqeya ku parçeyên metal ji bo wesayitan hildiberînin,

2'ê Sibatê li navçeya Înegol a Bûrsayê qemyoneteke "dijminê Kurdan',

Li navçeya Ereglî ya Konyayê mîdîbuseke 'faşîstan',

1'ê Sibatê li navçeya Alaşehîr a Manîsayê li febrîeqyeke qaseyên plastîk a AKP'iyan nêzî 50 qase,

Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê depoya veguherînê ya Febrîqeya Akademî Çevre Entegre ya AKP'iyan,

Li Kirikkaleyê wesayiteke 'dijminê Kurdan',

30'ê Çileyê li Kirikkaleyê mîdîbuseke rêwiyan a kesekî 'dijminê Kurdan' hate şewitandin."