Însiyatîfa Zarokên Agir 'Ji bo Cizîrê' fîrmayek şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku li Stenbolê depoya bingehîn a fîrmayeke li qadeke ji 7 hezar metreçargoşeyî şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku li Stenbolê depoya bingehîn a fîrmayeke li qadeke ji 7 hezar metreçargoşeyî şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniykê ragihand ku ji bo hilanîna tola yên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin, li Stenbolê agir berdane fîrmayekê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "7'ê Sibata 2022'an li Eyupsûltan a Stenbolê depoya bingehîn a Fîrmaya Hîsar Sû ya li qadeke ji 7 hezar metreçargoşeyî ya ji aliyê Kurdên sonda tolhildanê xwarine, ji bo Cizîrê hatiye şewitandin."