Însiyatîfa Zarokên Agir gelek febrîqe û AVM'yek şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li heyşt bajaran gelek febrîqe, wesayit û AVM'yek şewitandine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hişyarî hate dayin ku wê qadên aboriyê û razemeniyên faşîstan bikin hedef.

Li gorî daxuyaniye;

"9'ê Çileyê li navçeya Akyazi ya Sakaryayê febrîqeya Alesta Naurel Kereste ya MHP'iyan,

Li navçeya Înegol a Bûrsayê li Pîşesaziya Mobîlyayê atolyeya 'dijminên Kurdan',

Li navçeya Îmamoglû ya Edeneyê çîftlîkek,

Li navçeya Terme ya Samsûnê mînîbuseke 'faşîstan',

8'ê Çileyê li navçeya Toroslarê ya Mersînê Navenda Bazarê ya Merîş a 'faşîstan',

Li navçeya Efeler a Aydinê wesayiteke kesekî AKP'î,

7'ê Çileyê li navçeay Umraniye ya Stenbolê konteynerên Avahiyên Sînpaşê yên 'dijminên Kurdan',

6'ê Çileyê li navçeya Tosya ya Kastamonûyê li Herêma Pîşesaziyê malzeme û 150 deriyên li nava febrîqeya deriyan a AKP'iyeyekî,

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê otobuseke ÎETT'ê,

5'ê Çileyê li Kastamonûyê wesayiteke 'faşîstan' hatin şewitandin."