Înisiyatîfa Zarokên Agir çar wesayît, mixazeyek û depotek şewitand

Înisiyatîfa Zarokên Agir diyar kir TIReke faşîstan jî di nav de çar wesayît, mixazeyeke mobîlyayan û depoyek şewitandine.

Înisiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Divê li hemberî polîtîkayên qirkirinê tu Kurdên xwedîrûmet bêdeng nemînin.”

Li gorî daxuyaniyê li sê bajaran çar wesayît, mixazeyeke mobîlyayan û depoyek şewitandine.

Çalakiyên şewitandinê ev in:

“Di 23’ê Gulanê de li Sariyera Stenbolê otomobîla bi plakaya 37 AJ 019 kesekî AKP’yî hate şewitandin.

Di 22’ê Gulanê de li Gemlîka Bûrsayê TIR’a kesekî dijminê Kurdan hate şewitandin.

Di 22’ê Gulanê de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê otomobîla bi plakaya 01 HC 620 ya kesekî MHP’yî hate şewitandin.

Di 20’ê Gulanê de li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê mixazeya mobîlyayan a bi navê Bahçe ya faşîstan hate şewitandin.

Di 19’ê Gulanê de li navçeya Nîluferê ya Bûrsayê otomobîla kesekî AKP’yî hate şewitandin.

Di 17’ê Gulanê de li Osmangaziya Bûrsayê depoya malzemeyên xurdeyan hate şewitandin.”