Êzidiyên li Rûsyayê êrişên li ser Şengalê protesto kirin

Organîzasyona Êzdîxan a Êzidiyên li Rûsyayê êrişên ku hikumeta Iraqê dibe ser Şengalê protesto kir û got “Ji ber hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk a faşîst re ev êriş tên kirin.”

Organîzasyona Êzdîxan a Êzidiyên li Rûsyayê derbarê êrişên di demên dawîn de yên ku hikumet û artêşa Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst dibin ser Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Tişta ku fermandarê Tûgaya 20’emîn Esîr El-Rebî kiriye, ne dûrî helwesta hikumeta Iraqê ye û ev tişt di encama polîtîkaya hikumeta Iraqê ya bi dewleta Tirk a faşîst derketiye holê. Vî fermandarî bi eşkere gef li gelê Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê xwariye ku ew ê tevî dewleta Tirk a faşîst êrişan bikin. Ev gef nayê qebûlkirin û em vê şîddetê bi tundî şermezar dikin.

Ev êriş di salvegera protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatiye kirin. Hêzên girêdayî hikumeta Iraqê destûr nedane çalakiyên ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ev jî diyar dike di navbera wan de peymanek heye. Hikumeta navendî ya Iraqê, PDK û dewleta Tirk van êrişan bi hev re dikin.  Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir, van hêzan gelê Êzidî neparastin û a niha jî derketine meydanê û gefê li gelê Şengalê û hêza wê ya parastinê dixwin. Ev bêexlaqiyeke gelekî mezin.”

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hate kirin ku bila li hemberî van êrişan helwestê nîşan bidin.