Çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed û Wanê didomin

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên xizmên girtiyan ên li Amed û Wanê didomin, li hemberî astengkirina xwendina daxuyaniya malbatên li Amedê ya ji aliyê polîsan nerazîbûn hat nîşandan.

Malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin, bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş dan.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin dane destpêkirin, di roja 78’emîn de berdewam kir. Malbat îro beşdarî daxuyaniya ji bo girtiyan a li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D ku hat astengkirin bûn. Malbat pişt re hatin avahiya Baroya Amedê û nobeda xwe domandin.

Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan bertek nîşan astengkirina daxuyaniya li ber girtîgehê ya ji aliyê polîsan ve pêk hat da û got: “Destûrê didin her cûre çalakî û şahiyê. Lê destûrê nadin çalakiyên ji bo girtyan. Hêj du cenazeyek ji girtîgehê derket. Ewladên me nexweş in. Ciwanê min bi tenê dibin nexweşxaneyê û bi mehan e bi tena serê xwe ye. Êdî bes e. Bila cenaze ji hepsan dernekevin. Bila çareseriyek were dîtin.”

Hesîna Guler a ku hevjîn û lawê wê girtî ne jî got: “Hevjînê min extiyar e û girtiyek nexweş e. Wê heta kengê girtî bimîne? Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”

Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer diyar kir ku ew piştgiriya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dikin û nobed ji bo wan bûye hêvî.

WAN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye werin berdan dane destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam kir. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Komeleya Çand, Huner, Antropolojî û Zanistê (BASK-DER) serdana malbatan kirin.

Endama Meclîsa Ciwanan HDP’ê Arjîn Tuncer di serdanê de axivî û diyar kir ku malbat bi Nobeda Edaletê berxwedanek mezin nîşan didin û ev nobed ji bo wan bûye hêvî. Tuncer destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roja ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Em wek ciwanan her tim li cem vê berxwedanê ne. Em berxwedana malbatan silav dikin. Em malbatên girtiyan hemû vedixwînin vê berxwedanê. Em wisa bi bawerin ku wê ev berxwedan di demek kin de bigihîje encama xwe.”