Çalakiya malbata Şenyaşaran li ber deriyê Wezareta Dadê berdewam e
Malbata Şenyaşaran ku li Enqereyê li Nobeta Edaletê dewam dike, mehek e ku deriyê wezaretê lê nayê vekirin.
Malbata Şenyaşaran ku li Enqereyê li Nobeta Edaletê dewam dike, mehek e ku deriyê wezaretê lê nayê vekirin.
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li Rihayê dest pê kir, mehek e ku li Enqereyê berdewam e. Îro roja 846’emîn a çalakiyê bû.
Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike. Polîsan destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin.
MEHEK E KU ÇALAKÎ LI ENQEREYÊ BERDEWAM E
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 30 roj in bi hincetên wek “Wezîr ne li vir e, li derveyî bajêr e” û “Wezîr di civînê de ye” destûr nayê dayîn ku bikevin avahiya Wezaretê.