Çalakiya greva birçîbûnê ya li Stûttgartê komek nû dewr girt

Roja 3’an ya çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Stûttgart a Elmanya ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Çalakî bi dewrigirtina komeke nû dom dike.

Di roja sêyemîn de li Marstallstrabelê daxuyaniyeke ya çapemeniyê hate dayîn. Piştî daxuyaniyê û şûnde konek hete vedan û komeke nû ya ji 8 kesan pêk dihate çalakî dewr girt.

Pembûşah Ozmen ê yek ji kesên destpêkê tevlî çalakiyê bibû, daxwaz kir ku çalakî bidome û kesên nû tevlî çalakiyê bûn. Gel bi zêdehî serdana çalakvanên li konê hatî vedan kirin.

Çalakiya li Marstallstrabeyê hate kirin, saetên şevê jî li Navenda Civaka Demokratîk dom dike.