12'ê Îlonê silavdayîna li kûçikekî ye!

12'ê Îlonê silavdayîna li kûçikekî ye!

Orhan Ayhan ê dibêje, "Kûçikek anîn, min ji kûçik re got, 'koxûşa 4. ji nêrîn û fermana we re amade ye fermandarê min'" di 12'ê Îlonê de salekê li Girtîgeha Amedê ma. Sûcekî wî hebû; navê zarokên wî Eylem, Denîz û Sîdar bû.

Bûyerên di 12'ê Îlona 1980'ê de li Tirkiyeyê qewimîn, weke deqeke reş di dîroka mirovahiyê de cih girtin. Yên di wê dema tarî de hatin jiyîn bi salan hatin vegotin, hatin nivîsandin. Yên hatin vegotin jî, ji ber ku berpirsyar nehatin darizandin her carê dibûn kul û derdek di dilê mirovan de. Îro jî wicdanê mirovan diêşînin.

Orhan Ayhan ê di wê demê de li Girtîgeha Amedê hat ragirtin, bûyerên bi serê wî de hatin, travmaya darbeyê ya li ser mirovan careke din raxist pêş çavan.

Ayhan der barê Girtîgeha Amedê de bersiv da pirsên ANF'ê.

LI ŞAM Û BEYRÛDÊ MA

Em dikarin we nas bikin? Hûn bi çi rengî hatin girtin û li Girtîgeha Amedê hatin ragirtin?

Navê min Orhan Ayhan e, ji Amedê me... Di wê demê de ez li Bismilê mamoste bûm. Bi hilbijartinê ez bûbûm serokê TOBDER'ê. Beriya salên 80'yî li Bismilê axa û begên erdan hebûn. Em jî li dijî van axa û began têdikoşiyan. Di vê pêvajoyê de, di 78'an de kabûsa Tirkiyeyê destpê kir. Ji ber pêşketinên li Tirkiye û Kurdistanê sermaye û desthilatdarî aciz bû û li gelek bajaran rewşa awarte hat îlankirin. Li Amedê jî rewşa awarte hat îlankirin. Ji ber ku hingî Serokê TOBDER'ê bûm, der heqê min de jî biryara lêgerînê derket. Min 45 rojan xwe veşart û dûre biryara lêgerînê ya der heqê me de hat rakirin. Piştre hevalekî min got, 'li te digerin, tu çima hatî'. Di wê kêliyê de polîsek ket hundir, bi destê min girt û biryara girtina min ji min re got. Dema ez birin emniyetê, bêyî sedemek hebe 18 saetan hatim ragirtin û dûre ez berdan. Piştre 45 rojên din li Bismilê mam, lê belê mamostetiya min ji destê min  girtin. Piştî vê demê demeke dijwar a operasyonan destpê kir. Di dema operasyonê de ji Bismilê reviyam û bi têkiliyên xwe yên li Amedê re derbasî Sûriyeyê bûm. Em demeke kurt li Şamê man. Ji şamê derbasî Beyrûdê bûn. Li wir jî me xwe birêxistin kirin.

22 ROJAN DI ÎŞKENCEYÊ DE WEKE 'ŞOREŞGEREKÎ DILSOZ' LI BER XWE DA

Dema di sala 82'an de vegeriyam Tirkiyeyê, li min dihat gerîn. Bi qasî salekê ez nehatim girtin. Lê belê piştre hatim girtin. Hingî destpêkê ez bin çavan. Di bin çavan de 22 rojan di bin îşkenceyê de mam. Îşkenceyên giran li me kirin. Di binê çavan de, li ber çavên min ez bûm şahid ku ji ber wan îşkenceyên giran hevalên min dîn bûn. Ez cara bi xwe jî ji xwe dipirsim ka çawa li xwe mikur nehatime. Wê demê gotineke şoreşgerê Çek Julius Fuçik dihat bîra min. Min ew gotin ji xwe re kiribû rêber. Fuçik di pirtûkeke xwe de digot, "Leheng têdikoş e, bizdonek li xwe mikur tê, tirsonek xiyanetê dike, dilsoz li ber xwe dide." Min hewl da xwe li cihekî vê gotinê bicih bikim. Min dizanîbû ku ez ne leheng im, lê ne bizdonek û ne jî xiyanetkar bûm. Ez parêzvanekî dilsoz ê vê têkoşînê bûm. Wê demê bi tenê berxwedan li pêş min hebû. Ji ber ku min ewçendî ji vê têkoşînê bawer dikir ku dema mirov biçin mirinê jî divê rûkeniya mirovan winda nebe. Ji ber vê yekê min 22 rojan li ber xwe da.

JI BER NAVÊ ZAROKÊN XWE HAT GIRTIN

Pêvajoya dadgehê çawa bû? Îşkence li wir jî dewam kir?

Ji wir min derxistin pêşberî dadgehê. Li wir jî îşkence hebû. Her tim li me didan. Ji ber ku çavê me girtîbû, me nedizanî ji ku êrîş tê kirin. Dema derketim pêşberî dadgehê serçawûş ji min re got, 'kurê min çi bi te hatiye'. Min jî got 'tiştek bi min nehatiye'. Serçawûş got, 'ji xwe di dosya te de tiştek tineye, wê te berdin'. Derketim pêşberî dadgehê... Serokê dadgehê li navê zarokên min pirsî. Min jî got, 'Eylem, Denîz, Sîdar'. Tiştekî din ji min nepirsî. Bi tenê got, 'tu hat girtin'. Dema derketim derve serçawûş got, 'tiştekî te tinebû, tu çima hat girtin' û matmayî ma. Navên zarokên min têra girtina min kir. Dema serokê dadgehê navê zarokên min bihîst, dîn bû. Ji wir em şandin girtîgeha hejmara 5. a Amedê.

LÊDAN, HEQARET, ÎŞKENCE...

Li girtîgeha Amedê çi bi serê we hat?

Li wir destpêkê mirovan dixin hucreyan. Em xistin hucreya bi hejmara 4'an. Li hucreyan berpirsyar hildibijartin. Min nedixwest bibim berpirsyar, lê belê fermandar bi zorê ez kir berpirsyarê hucreyê. Em li hucreyê 17 kes diman. Razan li aliyekî cihê rûniştinê jî tinebû, em hemû li ser piya bûn. Roj bi vî rengî derbas dibûn. Kûçikekî Esat Oktay Yildiran hebû. Çawûşan ew kûçik her roj dianîn. Dema kûçik tê tu neçarî nasnameya xwe vebêje, tu dibêjiî, 'Orhan Ayhan Amed, emir bike fermandarê min. Hucreya 4. bi 17 kesan re ji nêrîn û fermanên we re amade ye fermandarê min'. Kûçik hîn kirine, heta ku tu vê bêjî disekine, dûre jî dizîvire û diçe. Me li hucreyê hem îşkence hem jî heqaret didîtin. Ji bilî vê, ji ber ku av tinebû, me ava tiwaletê vedixwarin. Wekî din şansê me tinebû. Timî li me didan. Ji xwe piştî 15 salên li girtîgehê, hestiyên me diêşiyan. 15 salan em baş nebûn. Piştî hucreyê di Kanûna 82'an de em birin koxûşan. Dema em birin wir jî, em tazî kirin û birin.

'WEDAT AYDIN Û HEVALÊN PKK'YÎ JI ME RE DIBÛN MORAL'

Li hemberî ewçend îşkenceyan we çawa karî li ber xwe bidin?

Em li wir rastî Wedat Aydin hatin. Li hemamê em timî rastî lêdanê dihatin. Timî sirûdên nîjadperest-faşîzan bi me didan gotin. Kesê herî girîng ê moral dida me Wedat Aydin bû. Wedat Aydin li koxûşa 32'an dima. Her 15 rojan carekê ew derdixistin pêşberî dadgehê. Dema ew dibirin dadgehê û dianîn, bi Kurdî wî sixêf li leşkeran û fermandaran dikir. Me jî ji vê moral digirtin. Dema fermandaran dipirsîn wî jî digot, 'Min ji we re got hûn çawa ne baş in?'. Hevalên PKK'yî jî ji Wedat Aydin re digotin, 'Xwezî her hefte te derxistina pêşberî dadgehê'. Berxwedana hevalên PKK'yî jî bandoreke mezin li min kir. Dibe ku wan deriyên jiyana nû li me vedikirin. Hevalên PKK'yî yên ji 25 salan mezintir, weke mirovên îxtiyar qebûl dikirin. Dema karek derdiket, yekser wan di nava xwe de hal dikirin. Li şûna mirovan lêdan jî dixwarin. Mînak fermandar dihat, dipirsî 'Kê tas li hemamê hiştiye?'. Kesî tas nehiştibû, lê belê ji bo dest bi lêdanê bikin ji xwe re hincetek çêdikirin. Yek ji hevalên PKK'yî yekser digot, 'min hişt' û li şûna me lêdan dixwar. Carekê min got, ez li şûna hevalan lêdanê bixwim û min got, 'min tas hiştiye'. Yanî îşkenceya li me dihat kirin, nayê vegotin. Bi taybetî hevalên PKK'yî berxwedaneke gelekî mezin nîşan da. Ji komên din jî yên li ber xwe didan hebû, lê encama berxwedana hevalên PKK'yî dost jî dijmin jî niha dibînin.

'12'Ê ÎLONÊ HÎNÊ WICDANAN XWÎN DIKE'

Ne pêkane ku hûn tiştên bi serê we de hatiye ji bîr bikin, lê belê darizandina darbekaran bandoreke çawa li we kir? Êşa we kêm kir?

Weke tevgera 78'an, ji bo berpirsyarên bûyerên li Girtîgeha Amedê bên darizandin, me doz vekirin. Hînê îro ji dadgehê besiv hat û hat ragihandin ku ji ber "dem di ser re derbas bûye" daxwaza me hatiye redkirin.

Em weke mexdûrên 12'ê Îlonê di wê baweriyê de ne ku sûcê mirovahiyê yê hesabê wê nayê dayîn, şerma Tirkiyeyê ye. Divê hesabê vê bê dayîn. Naxwe, ev welat wê ti carî rojên ronî nebîne, ji wicdanan wê her tim xwîn bê. Birînên me yên fîzîkî rehet bûn, lê li mirovahiyê birîneke mezin vebû.