Ziyareta ‘Bakurê Kurdistanê’ ji bo Badische Zeitûng

Heyeteke ji DKTM a Freîbûrgê, rojnameya Badische Zeitûng ziyaret kir. Di ziyaretê de êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Heyeteke li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat avakirin, rojnameya Badische Zeitûng ziyaret kir. Di ziyaretê de êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di ziyaretê de têkîldarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê agahî bi xebatkarên rojnameyê re hatin parvekirin. Heyetê dosyayek amadekiribûn jî radestî rayedaran kirin, daxwaz kirin ku têkîldarî pêvajoyê hestiyar bin. Di ziyaretê de hat destnîşankirin ku ji bo mijar di rojeva Ewropayê de bê şopandin wezîfeyek mezin dikeve ser milên çapemeniyê.

Heyetê ji bo parvekirina agahiyên berfirehtir, randevû ji rojnameyê xwestin.