Zeydan: Ji bo tolê ji gelan hilînin êrîş dikin

Polîsên tevgera taybet ên Tirk li Geverê êrîşî şehîdgeh û goristanê kirin, Mala Gel jî xera kirin. Parlamenterê HDP'ê Zeydan ê niha li navçeyê ye got, "Ev êrîş ti carî nayê qebûlkirin. Êrîşek ji bo tolhildana ji gelan e."

Polîsên tevgera taybet ên Tirk li Geverê bi maşînên zirxî û wesayîtên kar êrîşî şehîdgeh û goristana li Taxa Ormanê kirin. Polîsan qad xera kirin û Mala Gel jî kirin ku nema karibe bê bikaranîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê li navçeyê ye, diyar kir ku tîmên taybet bi maşînên zirxî danê sibehê saet di 05:00 de êrîşî şehîdgehê û goristanê kirine.

Zeydan der barê hovîtiya polîsan de ev agahî da: "Ev her hem şehîdgeh e hem jî goristana gelê me yê sivîl e. Bi kefçeyê dan nava goristanê û xera kirin. Li pêşiya goristanê deriyek heye, ew hilweşandin. Dîwar xera kirine. Li vê derê her wiha Mala Gel a ku serxweşî lê tê qebûlkirin, mewlûd lê tê xwendin û civîn tê lidarxistin heye. Ev avahî jî xera kirin. Camên wê, deriyên wê şikandin. Heta deriyên tiwaletê, tasikên li mutbexê şikandin."

'ÊRÎŞA HILANÎNA TOLÊ JI GEL E'

Zeydan diyar kir ku ev êrîş bi ti awayî nayê qebûlkirin û got, "Hikûmeta AKP'ê ya demkî êrîşên xwe yên li hemberî gel zêde kir. Hikûmeta AKP'ê ya nekarî xwe li encamên hilbijartinê û vîna gel rabigire, dixwaze ji gelên Tirkiyeyê yên ew nekir desthilatdar, tolê hilîne. Ya ku li herêmê bi serê me de tê, parçeyek ji êrîşên hilanîna vê tolê ye."

Zeydan bibîr xist ku gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê hatiye bombekirin û got, "Berî çend rojan em bi heyetekê re çûn gund. Mîna Îsraîlê Fîlîstîn bomberdûman kir, wan jî heman tişt kirin. Rayedar dibêjin, 'ji gund gule hatine reşandin'. Ev rast jî be, hûn çima bombeyan li gundekî dibarînin. Yên ku Beşar Esad rexne dikin û dibêjin 'ji mirovekî zilmê li gelê xwe dike lîder nabe', bombeyan li ser gelên xwe diparînin."

'EGER HÛN NAŞIBIN DAIŞ'Ê, WÊ DEMÊ HÛN ÇIMA ASTENGIYAN DERDIXÎNIN PÊŞIYA 23 CENAZEYAN?'

Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan bibîr xist ku destûr nayê dayîn 23 cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê derbasî Tirkiyeyê bên kirin û got, "Hikûmet dibêje, 'me û DAIŞ'ê nînin cem hev'. Wê demê, hûn çima nahêlin cenazeyên zarokên di şerê rûmeta mirovahiyê yê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, derbasî warê wan bê kirin?"

Zeydan da zanîn ku bûyerên li bajarên Kurdan diqewimin şîdetek zêdeyî salên 1990'î ye û got, "We dîtin bê li Gimgimê çi bi Ekîn Wan kirin. Hewl dan bi awayekî giştî mesajê bide gelekî."

Zeydan ragihand ku di şer de bi tenê zarokên gelê xizan dimirin û got, "Ewladên wan li Amerîka, li Stenbolê di vîlayên luks de dijîn."

Zeydan ji malbatên polîs û leşkeran re got, "Ev ne parastina welatekî ye, zarokên xwe nekin qurbanê parastina qesrê."

Zeydan da zanîn ku weke gelê Colemêrgê ew ji tevahiya gelên Tirkiyeyê bawer dikin û got, "Baweriya me ji tevahiya gelên Tirkiyeyê yên alîgirê aştiyê heye. Ew jî sedema şer dibînin. Gel hemû wê hesabê vê di sindoqan de bipirsin. Em bawerin ku wê alîgirên aştî û demokrasiyê qezenç bikin."

HERÊMA EWLEKARIYA TAYBET HAT BERFIREHKIRIN

Walîtiya Colemêgrê gelek herêmên Geverê di navbera 22'ê Tebax-5'ê Îlonê de weke "Herêma Ewlekariya Taybet" îlan kir û li ketin û derketina sivîlan qedexe kir.

Ev herêmên li sivîlan hatine qedexekirin bi vî rengî ne:

"Herêma Başûr (Gundên Kamişlik, Beşpinar, Karabag, Yureklî, herêma Kirmizi Yayla, taxa Kanîrahank, Beyaz Tepe, başûrê gundê Korgan, Tûz Tepe, taxa Kîlîse, başûrê Çîmentepe, bakurê taxa Derabî, rojavayê taxa Oncu, qda Duzhark, başûrê Meydantepe, bakurê gundê Yeşîlbayir, Nûgaylan Tepe, bakurrojavayê gundê Bezele, rojhilatê çemê Herkî, rojavayê gundê Uzumkiran, Omerkûyûsû Tepe, başûrê qada Beravyî, başûrê Dolavatîn Tepe, Geliyê Şeymaman, qada Unluce, Bînlîs Tepe, çiyayên Hîsar, taxa Başûr, deşta Geluk, çiyayê Rejgar, çiyayê Berkal, girê Hangîkaya, çiyayê Bûzûl, başûrê Oremarê, başûrê taxa Kilavûz, başûrê taxa Çayirli, başûrê taxa Korûcûk, başûrê taxa Gurkavak, başûrê taxa Tokagaç, başûrê taxa Geçkan, başûrê taxa Beşpinar, başûrê taxa Karadag, başûrê taxa Yureklî, rojavabakurê gundê Guzelkonak)"

Walîtiya Colemêgrê beriya niha li bajar û gelek herêmên navçeyan "Herêma Ewlekariya Taybet" ragihandibû.