Zanîngeha Şirnexê veguherandin biryargeha leşkerî
Li navçeya Şirnexê amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo êrîşê dewam dikin. Hat ragihandin, kampusa Zanîngeha Mehmet Emîn Acar a Şirnexê û wargehên xwendekaran pêşkêşî leşker û polîsan hatine kirin.
Li navçeya Şirnexê amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo êrîşê dewam dikin. Hat ragihandin, kampusa Zanîngeha Mehmet Emîn Acar a Şirnexê û wargehên xwendekaran pêşkêşî leşker û polîsan hatine kirin.
Li Şirnexê amadekariyên dewletê yên ji bo êrîşa qirkirina Kurdan, dewam dikin. Hat ragihandin, kampusa Zanîngeha Mehmet Emîn Acar a Şirnexê û wargehên xwendekaran pêşkêşî leşker û polîsan hatine kirin. Li gorî agahiyan, rêveberiya zanîngehê ji xwendekaran re gotiye, "Hûn biçin malên xwe, ji xwe derketina derve wê bê ragihandin. Em ê dersên we jî dibistana havînê de çareser bikin."
Li kampusa zanîngehê ya li ser rêya Şirnex-Cizîrê, leşker hatin bicihkirin. Wargehên xwendekarên keç û xort ên zanîngehê jî pêşkêşî leşker û polîsan hatin kirin.
Der barê mijarê de xwendekaran bi rêveberiya zanîngehê re hevdîtin kirin û rêveberiyê ji wan re got, "Li Şirnexê û derketina derve bê qedexekirin. Ji me re gotin ku wê di nava 20 rojan de biqede. Hûn biçin malên xwe. Em ê dersên we yên mayî jî di dibistana havînê çareser bikin."
Hat ragihandin, ku wargehên xwendekaran û kampusa zanîngehê wê weke biryargeha leşkerî bên bikaranîn.
Li aliyê din, hejmara ambûlansên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku 6 e, zêde kirin û kirin 20 ambûlans. Her wiha ekîbên Rizgarkirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) ji nexweşxaneyê re hatin şandin.