Yuksekdag: Li Cizîrê çekên kîmyewî hatin bikaranîn!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag nirxandina "Bi awayekî aşkera çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lê hê jî fêdî nakin û hovîtiyê nagirin li ser xwe" kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag nirxandina "Bi awayekî aşkera çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lê hê jî fêdî nakin û hovîtiyê nagirin li ser xwe" kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bibe hat Wanê çû serdana Rêxistina DBP'ê ya Wanê. Yuksekdag ji aliyê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Duman û Okkeş Kava ve hatin pêşwazîkirin. Yuksekdag li vir axivî û çavdêriyên xwe yên li Cizîrê parve kir. Yuksekdag destnîşan kir ku li Cizîrê dîmenekî ku texmîn dikirin wêdetir dîtine û li Cizîrê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û ev tişt anî ziman: "Bi aweyeka aşkera çekên kîmyewî bi kar anîne, lê hê jî fêdî nakin û vî hovîtiyê nagirin li ser xwe. Hê jî êrîşî me dikin û dixwazin li ser vî hovîtiyê ibgirin. Sedema operasyonên ku bi hefteyan e berdewam dike jî ev in. Lê, çi dikin bila bikin nikarin li ser vî sûcê mirovahiyê bigirin. Ev sûcek e û ti reşkirin û kampanyaya lîncê nikare ser vê yekê bigirin."
Yuksekdag destnîşan kir ku li Sûrê jî tê xwestin qatlîamekî wekî Cizîrê pêk bînin û wiha berdewam kir: "Hemû hêzên demokrasî û aştiyê di bin pêkûtiyê de digirin. Em ê li dijî vî zilmê bêdeng nemînin. Armanca me şikandina dorpêçê ye. Em ê li ber xwe bidin, îtiraz bikin û dorpêçan rakin."
Yuksekdag bangawaziya Tayyîp Erdogan a ku ji bo rakirina mafê destnewerdana parlamenterên HDP'ê ji dozgeran kir jî nirxand û wiha got: "Em ji destpêkê heta niha dibêjin ku werin em hemû mafên destnewerdanê rakin. Bila yên ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, diziyê dikin, di îhaleyan de nelirêtiyên dikin jî bên rakirin.Tiştekî ku em hesab nedin tuneye. Yen ku divê hesab bidin ew in. Me xwe nespart mafên destnewerdanan û em bi vî rengî nehatin meclîsê, jixwe ji bo me ti wateya destnewerdanan tuneye."
'EM NATIRSIN, BILA EW BITIRSIN'
Yuksekdag a ku nirxandina "Em mirovên ku tenê fikrên xwe tînin ziman in. Ti tirs û fikara me tuneye" kir bal kişand li ser pêkûtiyên li ser pêkûtiyan jî û wiha got: "Em li her derê rastî êrîşan didin. Em tenê bi gelê xwe bawer dikin. Bila mafên destnewerdanan bînin û em derkevin pêşberî darazê. Heke bi vî rengî dilê wan rehet dibe bila kerekin û rakin. Kê di meclîsê de destê xwe rake em ê bibînin. Ev şerma wan e. Dilê me rehet e. Em têkoşîna jiyandinê didin. Ew Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibin. Me ji bo pêşerojê derî vekir û em destûrê nedin ku ev derî bê girtin."