YPG: Li Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyên hevkarên AKP/Erdogan ên 5’ê Adarê ya li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê daxuyaniyeke nivîskî da.

YPG, diyar kir ku di êrîşa li ser Taxa Şêx Meqsûdê de 4 çete hatin kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“5’ê Adarê saet 15:00’an çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Sûltan Mûrad bi çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Êrîşan heta vê sibehê jî berdewam kir.

Çeteyên ku bomberdûmanê didomînin, xwestin bi dizî ve ji çend nuqteyan bikevin taxan. Li ser mudaxelekirina hêzên me şer derket. Di van şeran de li gorî hat zelalkirin 4 çete hatin kuştin.”