YPG’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku 2’yê Adarê li gundê Ebû Fas ê girêdayî Şedadê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku 2’yê Adarê li gundê Ebû Fas ê girêdayî Şedadê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo eşkerekirina nasnameyên 3 şervanên xwe daxuyaniyek da.
Daxuyaniya bi dirûşmeya “Berxwedan karê me ye, şehîd rêberên me ne” hate dayîn wiha ye:
“Berxwedana rûmetê ya dîrokî bi zendên YPG’ê û YPJ’ê roj bi roj geş dibe û bilind dibe. Her kêlîyekê de ciwanên agir û rojê rêya xwe ya azadiyê didomînin û têkoşîna li dijî hêzên tarî û qirêj mezin dikin. Ev ked, xwîn û xwêdan ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye.
Em wek YPG’ê û YPJ’ê soza xwe nû dikin ku ji bo tevahî gelê herêmê heta jiyanek bi rûmet û azad bi dest bixin em ê li ber xwe bidin.
Şehîd rêberên me ne.”
Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê wiha ne:
Nasnav: Muhenned Til Temir
Nav û Paşnav: Enter Salih
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/Ebu Fas 02.03.2016
Nasnav: Nûman Hesekê
Nav û Paşnav: Mahir Semho
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/Ebu Fas 02.03.2016
Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Malik Osman
Navê Dayikê: Ezîza
Navê Bav: Mehmud
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê/Ebu Fas 02.03.2016.”