YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî ku di 8’ê Gulanê de li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî ku di 8’ê Gulanê de li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî ku di 8’ê Gulanê de li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
"Meha Gulanê, ango bi wateyeke cûda meha şehîdan, di dîroka têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Meheke ku têde pêşengên xebata rizgariya gelê Kurd bi fedakariyek mezin êrîşên dijminan asteng kirine, bi şehadeta xwe dîroka vê mehê rengîn kirine û rêya gihîştin bi armancên gelê Kurd gengaz kirine. Her wekû şêwazên êrîşkirina dijmin li ser gelê Kurd roj bi roj giran bûne, tevgera azadîxwaziya gelê Kurd jî roj bi roj rêxistina xwe bi hêztir kiriye û kariye di qadên cûda ên têkoşinê de binketinê nesîbê neyarên gelê Kurd bike.
Yek ji wan qadên têkoşînê, Kantona Kobanê a Rojavayê Kurdistanê ye ku bi berxwedana 134 rojên dîrokî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin. Piştî derbasbûna zêdetir ji yek sal ji rizgarkirina Kobanê û şikandina êrişên dijmin, yekîneyên parastinê li Rojava hin jî di cebheyên wê herêmê li hember komên êrîşkar di nav şer û berxwedanê dene. Şervanên azadiyê li sengerên şer de bê sekinandin cihê xwe digirin, hewldanên dijmin bê bersîv nahêlin û bêhtir li ser wan operasyonên dijwar pêk tînin. Yek ji wan têkoşerên hêja, endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), heval Botan Suruç bû ku di eniyên şer ên Kantona Kobanê de cihê xwe digirt. Weke hevalên wî terîf dikin, hevalê Botan hertim ji bo hevalên xwe cihê hêvî û baweriyê bûye.
Lê mixabin di 8’ê Gulanê de dema ku hevalê Botan di eniyên pêş de erka xwe bicih tîne di encama qezayeke de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanên şehîdan dibe. Şehadeta heval Botan me zêdetir girêdayî berpirsyariyên me yên dîrokî dike. Ji ber vê, weke YPG, em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û biryara xwe ji bo dewamkirina rêya şehîdan dubare dikin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Navê Tevgerî: Botan Suruç
Navê Rast: Murat Altûndag
Navê Dayikê: Aynûr
Navê Bav: Subhî
Cihê Ji Dayikbûnê: Pirsûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, Kobanê 08-05-2016